Cenazeyê parçebûyî ji du nexweşxaneyan re hat şandin

Cenazeyê zilamekî li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve bi hovane hat qetilkirin û parçekirin, derket holê ku nîvê cenaze ji Mêrdînê, nîvî jî ji Dîlokê re hat şandin.

Wehşet û barbariya dewleta Tirk aniye serê birîndarên li jêrzemînên Cizîrê asê man, roj bi roj zelal dibe.

Piraniya ji van mirovên birîndar, bi saxî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin şewitandin û cenazeyên wan hatin parçekirin. Derket holê ku cenazeyê kesekî li Cizîrê hat qetilkirin, ji navê û jorê şandine morga nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û ji navê û jêrê ve jî şandine Dîlokê.

Bi xwîna ji malbatan hatiye girtin de tê payîn ku di encama testa DNA de nasname diyar bibe.