Cenazeyê Dersim Aksoy hate definkirin

Cenazeyê Dersîm Aksoy ê ku li Cizîrê di qatlîamê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê jinan ve li gundê Fafê ya Mehsertê hate definkirin.

Cenazeyê Dersim Aksoy ê ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin piştî testa DNA ya li Dîlokê ji aliyê malbatê ve hate wergitin û anîn Morga Nexweşxaneya Qoserê. Piştî karên fermî ji aliyê gelek kesan ve cenaze hate wergirtin û anîn gundê Fafê ya navçeya Mehsertê ya Mêrdînê.

LEŞKERAN XWESTIN GEL TEXRÎK BIKIN

Konvoya cenaze de têketina gund de ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin. Piştî kontrola nasnameyan cenaze birin goristana gund. Cenazeyê Aksoy ji aliyê jinan ve hate hilgirtin û birin cihê ku bê definkirin. Dema nimêja cenaze de leşkeran laçika kesk û sor û zer a li ser darbestê kirin hincet û hewl dan ku mudaxale bikin. Piştî rageşiyeke demkurt cenaze bi duayan hate definkirin.

Hevserokê MEYADER'ê yê Mêrdînê Abdullatîf Teber li vir axivî û diyar kir ku gelê kurd wê tu caran teslîmbûnê qebûl nekin û yên ku li dijî zilmê bêdeng bimîne jî serê xwe bitewîne jî pêdiviya misilmantiyê bi cih neyne.

Parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim jî got ku ev zilm tu caran nayê qebûlkirin û xwedê jî vî zilmê qabûl nake. Yildirim wiha got: "Bila bizanibin ku gelê kurd wê tu caran li ber wan wê serê xwe netewîne."

Piştî axaftinan ji malbatê re sersaxî hate xwestin.