KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Balafirên şer ên Tirk bombe li Qendîlê barandin
Balafirên şer ên Tirk duh êvarê bombe li herêma Qendîlê barandin. -
Vê carê birayê Efkan Ala li ser kar e
Li dijî greva neçûna kar a 29'ê Kanûnê ya ji bo rojekê, ku sendîkayên karker û karmendan ji bo balê bikişînin ser komkujiyên AKP li Kurdistanê dike lidar xist, Wezareta Perwerdeya Milî mufetîş şand. -
Cenazeyê Cîhan Karaman hate teşxîskirin
Hate zanîn ku cenazeyê Cîhan Karaman ê ku li gel biryara tedbîrê ya DMME'yê li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de hate qetilkirin, di nav cenazeyên li Mêrdînê têne rawestandin de ye. -
Nergis ê polîsan birîndar kir sewqî Amedê hat kirin
Cemal Nergîz ê li Taxa Kişla ya Nisêbînê ji aliyê tîmên taybet ên Tirk rastî êrîşa çekdarî hat sewqî Amedê hat kirin. -
Li Şemzînanê 2 tax hatin dorpêçkirin
Taxên Yenî û Beşevler ên Şemzînanê bi wesayîtên zirxî ve hate dorpêçkirin. -
Li Qoserê polîsên Tirk kesek qetil kir
Li Qoserê wesayîta ku bi îdîaya “ raweste” guhdar nekiriye di encama gulereşandinê de kesek hat qetilkirin. Kesê din ê ku di wesayîtê de bû jî hat binçavkirin. -
Li ser Taxa Tûrgût Ozal a Hezexê êrîş zêde bûn
Êrîşên hêzên dewletê li ser berxwedana xwerêveberiyên Kurdistanê dewam dikin. Hêzên dewletê li navçeya Hezex a Şirnexê, Taxa Tûrgût Ozal bê navber topbaran dike. -
Li Nisêbînê kesek hat girtin
Li Nisêbînê Şerzan Falay ê ku pêr hat binçavkirin, îro bi biryara dadgehê bi hinceta “Endamê rêxistinê” ye hat girtin. -
Topavêjên Tirkiyeyê navçeya Şera jî topbaran dike
Dewleta Tirk hovîtiya xwe li dijî gundên kantona Efrînê dijwartir dike. Herî dawî gundên Qestel Cindo, Dîkmedaş û Baflûnê yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin. -
Li Helebê di navbera El-Nusra û YPG’ê de şerên dijwar
Li Taxa Eşrefiyê û Seken Şebabî yên bi ser Şêxmeqsûd ve di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên El-Nusra û Ehrar El-Şam de şerên dijwar derket. -
Sariyildiz: Qetlîam tên kirin, divê Ewropa kar hêdî nemeşîne
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar kir ku dewleta Tirk têkildarî qetlîaman dixwaze delîlan ji holê rake û di vê pêvajoyê de dewletên Ewropa û rêxistinên navneteweyî divê kar bi hêdî nemeşîne. -
Li hember navenda Çanda Humeynî nerazîbûn zêde dibin
Li hember Navenda Çand û Spor a Humeynî ya ku di rojên bihurî Îranê li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê vekirîbû, komek Kerkûkî daxuyanî dan, peyama “em qebûl nakin” ragihandin. -
Li Hezexê hêzên dewleta Tirk 2 kesên ku qetilkirin cenazeyê wan rakirin Mêrdînê
Li Hezexê cenazeyên M.Sedik Bozderî ê nexweşê dile ku duh hatibû qetilkirin û kesekî navê wî nayê zanîn rakirin Mêrdînê. -
Qedexeya emelî ya li Dêrikê hat protestokirin
Rêxistinên DBP û HDP’ê yên bajarê Mêrdînê qedexeya kolanan a emelî ya li ser Dêrikê û înfazkirina sivîlan bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kirin. -
Li Nisêbînê hêzên dewletê kesek birîndar kirin
Cemal Nergîz ê li Nisêbînê dema ji bo girtina nan ji malê derket ji aliyê tîmên taybet hat gulebarandin birîndar bû. -
12 cenaze anîn Hezexê
Cenazeyên 12 kesên ku di bombekirina helîkopteran a mintiqa ‘Cehennem Deresî’ ya gundê Hespîst a girêdayî Hezexê de jiyana xwe ji dest dan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. -
Dewleta Tirk gundê Şadiya yê Efrînê topbaran dike
Artêşa dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî kantona Efrînê berdewam dike. Îro bi topan gundê Şadiya yê navçeya Reco topbaran kirin. -
Li Dêrikê kesek hat binçavkirin
Li Dêrikê di serdegirtin malan de, berpirsê DBP’ê yê navçeyê Mehmet Zekî Guler hat binçavkirin û 2 kepçeyên şaredariyê jî dest danîn ser. -
Li Silopiyayê 4 cenaze hatin wergirtin
Li Silopiyayê 10 canezeyên ku li Saziya Tiba Edlî ya demî hatin teşxîskirin ji wan 4 cenaze ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin. -
Li Amedê rojnamegerekî din jî hate girtin
Midûrê Karê Nivîsan a Kovara Yurtsever Gençlîkê Muhammed Yusuf Keskîn ji ber nîşeyên ku li cem wî ne bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin. -
Li Parîsê çalakiya edaletê
Bi daxwaza edalet û eşkerekirina qatilên yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Parîsê çalakî hat lidarxistin. -
Şedadê bi temamî hate paqijkirin
Hat ragihandin ku xebatên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên lêgerînê di nava bajarê Şedadê de bi dawî bûne û niha bajar bi temamî hatiye paqijkirin. -
Cenazeyê Yavûzer ê li Cizîrê hat qetilkirin hat teşxîskirin
Cenazeyê Mehmet Yavûzer ê endamê DBP’ê yê di jêrzemîna wehşeta yekem de ya li Cizîrê hat qetilkirin li Mêrdînê hat teşxîskirin. -
Rojnameger ji aliyê polîsan ve hate ragirtin
Rojnameger Gulîz Karaoglan Vural a ku ji bo Çalakiya Nobetê hatibû Amedê, li Sûrê di noqteya polîsan de hate ragirtin. -
Mirovên li Dêrikê dixwazin biçin malên xwe tên astengkirin
Kesên li Dêrikê dixwazin biçin malên xwe têketina navçeyê de ji aliyê hêzên dewletê tên astengkirin.