Li Silopiyayê 4 cenaze hatin wergirtin
Li Silopiyayê 10 canezeyên ku li Saziya Tiba Edlî ya demî hatin teşxîskirin ji wan 4 cenaze ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin.
Li Silopiyayê 10 canezeyên ku li Saziya Tiba Edlî ya demî hatin teşxîskirin ji wan 4 cenaze ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin.
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê ji 10 cenazeyên ku hatibûn teşxîskirin ji wan 4 cenaze yên aîdî Tugba Emînoglu, Emel Ayhan, Erdal Şahîn û Murat Şîmşek ji aliyê malbatan ve ji Saziya Tiba Edlî ya demî ya Deriyê Sînor ê Xabûrê hatin wergirtin. Dema ku cenaze ji Deriyê Sînor ê Xabûrê hatin derxistin polîsan gotin ku ew ê ji bo fermanekî di desturê nedin wesayîtên cenazeyan. Li ser vê yekê malbatan li Xabûriyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştî hevdînan destur hate dayîn. Cenazeyên Ayhan, Şîmşek, Emînoglu û Şahîr ber bi Silopiyayê derketin rê.
Cenazeyên ku anîn Silopiyayê şandin bajarên xwe, cenazeyê Ayhan wê li navçeya Berwariyê ya Sêrtê, cenazeyê Şahîn li Colemêrgê, cenazeyê Emînoglu li Êlihê û cenazeyê Şîmşek jî dê li Nisêbînê bên definkirin.
Li aliyê din hate hinbûn ku cenazeyên Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, Adil Kuçuk, Selîm Turay, Mehmut Duymek, Umut Urek û Metîn Karan wê sibehê teslîmê malbatan bên kirin.