Sariyildiz: Qetlîam tên kirin, divê Ewropa kar hêdî nemeşîne

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar kir ku dewleta Tirk têkildarî qetlîaman dixwaze delîlan ji holê rake û di vê pêvajoyê de dewletên Ewropa û rêxistinên navneteweyî divê kar bi hêdî nemeşîne.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar kir ku dewleta Tirk têkildarî qetlîaman dixwaze delîlan ji holê rake û di vê pêvajoyê de dewletên Ewropa û rêxistinên navneteweyî divê kar bi hêdî nemeşîne.

Têkildarî qetlîamên dewleta Tirk a li Kurdistanê didin meşandin heyetak ji parlamenterên HDP’ê yê Şirnexê û Nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropa Faîk Yagizay û ji Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Nûrsel Kiliç bi Komîserê Mafê Mirovan ê Ewropa Nîls Mûîsnîeck û rayedarên Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropa re civiya. Piştî hevdîtinê Sariyildiz daxuyaniyek da û diyar kir ku hevdîtina ku bi rayedaran kirin diyar kirin ku ji rewşê agahdar in û fikarên xwe anîn ziman. Sariyildiz da xuyakirin ku wê di demek kin de Mûîsnîeck Tirkiyeyê ziyaret bike. Sariyildiz anî ziman ku dewlet dixwaze delîlên têkîldarî qetlîaman ji holê rake û ji ber vê sedemê hewl didin ku têkildarî bûyeran hê hestiyartir bikevin nava tevgerê. Sariyidiz axivî û rewşa tê jiyîn weke wehşetê bi nav kir û di vê rewşê de tiştên dikeve ser milên Ewropa divê demildest bi cih bîne, yan jî wê li beramberî vê hê zêdetir pêlên koçberiyê destpê bikin.

...