Li Dêrikê kesek hat binçavkirin

Li Dêrikê di serdegirtin malan de, berpirsê DBP’ê yê navçeyê Mehmet Zekî Guler hat binçavkirin û 2 kepçeyên şaredariyê jî dest danîn ser.

Li Dêrikê di serdegirtin malan de, berpirsê DBP’ê yê navçeyê Mehmet Zekî Guler hat binçavkirin û 2 kepçeyên şaredariyê jî dest danîn ser.

Li navçeya Dêrik a Mêrdînê ya ku berxwedan lê didome, hêzên dewleta Tirk bi ser malan de girt, berpirsyarê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê navçeya Dêrikê Mehmet Zekî Guner hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Guner nehat zanîn, birin Midûriyeta Emniyetê ya navçeya Dêrikê.

Li aliyê din berxwedan di roja 6. de ye, êrîşên dewleta Tirk didomin. Navçeya ku bi emelî qedexeya kolanan lê tê meşandin hêzên dewletê bi îdîaya ku “Xendekan dikole” 2 kepçeyên girêdayî Şaredariya Dêrikê dest danîn ser.