Cenazeyê Yavûzer ê li Cizîrê hat qetilkirin hat teşxîskirin
Cenazeyê Mehmet Yavûzer ê endamê DBP’ê yê di jêrzemîna wehşeta yekem de ya li Cizîrê hat qetilkirin li Mêrdînê hat teşxîskirin.
Cenazeyê Mehmet Yavûzer ê endamê DBP’ê yê di jêrzemîna wehşeta yekem de ya li Cizîrê hat qetilkirin li Mêrdînê hat teşxîskirin.
Cenazeyê Mehmet Yavûzer ê endamê DBP’ê yê di jêrzemîna wehşeta yekem de ya li Cizîrê hat qetilkirin li Mêrdînê hat teşxîskirin.
Cenazeyê Mehmet Yavûzer ê endamê DBP’ê yê ku di jêrzemîna wehşetê ya yekem a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de asê mabû û ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin înfazkirin, li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat teşxîskirin. Li ser lihevhatina mînakên xwînê ya malbatê hat diyarkirin ku cenaze yê aîdî Yavûzer e, malbat ji bo girtina cenaze ji Silopiyayê ket rê.
Piştî teşxîskirina cenazeyê Yavûzer a li morga nexweşxaneyê, cenazeyên li morgê tê rawestandin 11 in.
Dengê Yavûzer ê ku bi Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, Parlamenter Meral Daniş Beştaş û Osman Baydemir ên ku li Meclîsê ketibûn greva birçîbûnê di 29’ê Çileyê de pêk hat li civîna meclîsê de hat guhdarkirin. Dengên ku di navbera Meral Daniş Beştaş û Yavûzer re weke 4 beşan bû û dem ku ambûlans bi rê ket, dengên di navbera her duyan de wiha ne:
Beştaş: Em niha ambûlansan dişopînin. Agahiya we bila hebe ti deng nîne.
Yavûzer: Li vir ti deng nîne. Agahiya we bila hebet ti deng nîne.
Beştaş: Temam
Di hevdîtina duyemîn a Beştaş de, wiha hat gotin: “ Ez niha bi Wezîr re civiyam. Her yek ji me wê li ser telefonê be. Hûn amadekariyên xwe bikin, niha hatine wir, lê dema ku me agahî da we hûn ê derkevin.”
Piştre di hevdîtina 3. de, dîaloga di navbera Beştaş û Yavûzer de wiha ye:
Beştaş: Dengê polîsan qut bû. Li vir in, di korîdorê de ne. Niha li pêşiya deriyê ku hûn jê derkevin in.
Yavûzer: Er ê li hindir in. Dibe ku dengê we jî bibihîzin. Wezîrê Karên Hundir li gel we ye_
Beştaş: Niha ew jî li ser telefonê ye.
Tam di wan kêliyan de, di çirkeya 26. de teqîn pêk hatin û dengê çekan hatin û dengê qîrînê ji aliyê din ê telefonê hat bihîsin û deng qut bû. Di vê navberê de hat dîtin ku êrîşî nuqteya ku birîndar lê ne tê kirin, ev bi awayekî zelal derket û her kesê bi guhê xwe jî bihîst.
Di diyaloga herî dawî hatî parvekirin de jî wiha hatin got:
Kesê li aliyê din: Ez guhdar dikim, guhê min deng baş nabihîse.
Beştaş: Tu dengê min dibihîsî.
Kesê X: Gelekî kêm dibihîsim.
Beştaş: Hûn dikarin bi hewldanên xwe derkevin, hûn dikarin rêyeke cudatir bibînin.
Kesê X: Em di bin xirbeyan de ne, ez çawa ji bo we bêjim
Beştaş: Temam temam, hûn di rewşeke ku nikarin derkevin de ne?
Kesê X: Em di bin xirbeyan de ne, xirbeyan.
Beştaş: Temam bila telefon vekirî bimîne
Ji van hevdîtinan û şûn de ji birîndaran ti agahî nehatin girtin.