Şedadê bi temamî hate paqijkirin

Hat ragihandin ku xebatên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên lêgerînê di nava bajarê Şedadê de bi dawî bûne û niha bajar bi temamî hatiye paqijkirin.

Hat ragihandin ku xebatên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên lêgerînê di nava bajarê Şedadê de bi dawî bûne û niha bajar bi temamî hatiye paqijkirin.

Di operasyona Xezeba Xabûrê ya QSD’ê de ku di 16’ê Sibatê de destpê kir, 19’ê Sibatê bajarê Şedadê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin û îro jî bi temamî xebatên lêgerîn û paqijkirina ji mayîn, bombe û çekan bi dawî bûn.