Li Amedê rojnamegerekî din jî hate girtin

Midûrê Karê Nivîsan a Kovara Yurtsever Gençlîkê Muhammed Yusuf Keskîn ji ber nîşeyên ku li cem wî ne bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin.

Midûrê Karê Nivîsan a Kovara Yurtsever Gençlîkê Muhammed Yusuf Keskîn ji ber nîşeyên ku li cem wî ne bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin.

Bi şerê ku li dijê gelê kurd hate destpêkirin girtin û binçavkirinên li dijî rojnamegeran jî berdewam dike. Midûrê Karê Nivîsan a Kovara Yurtsever Gençlîkê Muhammed Yusuf Keskîn ê beriya çend rojan hatibû binçavkirin hate girtin. Keskîn ji ber nîşeyên ku di lênûska wî de nivîsiye bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.