KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Polîsên Tirk êrîşî konê sersaxiyê yê ji bo Çoban a YPJ'yî hat vedan, kirin
Ji bo şervana YPJ'ê Dîlan Çoban li Wanê konê sersaxiyê hat vedan. Lê belê polîsên Tirk êrîşî kon kirin. -
YPS: 13 çeteyên qesrê hatin kuştin
YPS'ê da xukyakirin, ku di çalakî û şerê dawî yê li hemberî çeteyên qesrê de 13 çeteyên qesrê hatine kuştin. -
Li Şedadê 2 maşînên bombebarkirî yên çeteyan hatin rûxandin
QSD'ê li bakurê Şedadê 2 maşînên bombebarkirî yên çeteyan rûxandin. -
2 cenazeyên din ên ji Cizîrê hatin teşxîskirin, 5 cenaze bi korsanî hatin veşartin
Cenazeyên Emel Ayhan û Mûrat Şîmşek ên di komkujiya li Cizîrê de hatin qetilkirin, bi testa DNA eşkere bû. 5 cenazeyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jî bêyî teşxîsê bi awayekî korsanî hatin veşartin. -
Li Hezexê top li malan tên barandin
Li Hezexê, ji ber topbarana hêzên dewleta Tirk gelek malên li taxa Yenîmahalle şewitîn. -
Nasnameya ciwanê li Dêrikê hat qetilkirin eşkere bû
Derket holê ku welatiyê li Dêrikê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin û cenazeyê wî rakirin Mêrdînê, ciwanê bi navê Ramazan Eroglû ye. -
Êrîşên li hemberî Şêx Meqsûd dewam dikin
Çeteyên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, êrîşên xwe yên li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê didomînin. Di topbaranê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da, 15 kes birîndar bûn. -
Polîsan avêtin ser avahiya DBP'ê ya Wanê
Polîsên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Wanê danê vê sibehê avêtin ser malên Hevserokên DBP'ê yên Bajêr. -
Li Şêx Meqsûd 8 çete hatin kuştin
YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên çeteyan ên li hemberî taxa Şêx Meqsûd dewam dikin û bi qasî hatiye tespîtkirin di şerê li vir de 8 çete hatine kuştin. -
Li Sûrê çawişekî pispor hat kuştin
Li navçeya Amed Sûrê, di şerê navbera hêzên dewletê û şervanên YPS'ê de çawişekî pispor hat kuştin. -
Ehmed: Eger NY destekê bide em amade ne barê penaberan rakin
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed da xuyakirin, ku pêleke mezin a penaberan ber bi kantonên Efrîn û Cizîrê diherike û diyar kir, tevî vê pêla penaberan jî hêzên navneteweyî ti destek nedane wan. -
Fermandara YPJ'ê Aryen Efrîn: Em ê çeteyan ji nava xaka xwe derxînin
Ji Fermandarên YPJ'ê yên Kobanê Aryen Efrîn diyar kir, dewleta Tirk bi êrîşên li hemberî derdora Efrîn û Ezazê re bi awayekî vekirî destekê dide komên çete yên weke DAIŞ, El Nûsra, Ehrar el Şam. -
Koç: Kurd nebin krîza li Rojhilata Navîn çareser nabe
Hevseroka KNK'ê Koç Kurd weke 'kirdeya siyaseta li Rojhilata Navîn' pênase kir û diyar kir, eger Kurd nebin wê krîza li Rojhilata Navîn jî çareser nebe. Koç bang li Kurdan kir, ku li ser bingeha yekîtiya neteweyî li hev bicivin. -
Polîsê Tirk çek li rojnamevan kişand
Li Şirnexê, polîsên sivîl ên Tirk bi wesayîteke Ford Ranger peşî li xebatkarê rojnameya Azadiya Welat M. Halîl Otun birîn, çek dan serî wî û gefa "Eger tu vê rojnameyê belav bike em ê te bikujin" lê xwarin. -
Ji partiyên çep ên Ewropî deklarasyona li dijî êrîşên AKP'ê
Di deklarasyona konferansa partiyên çep ên Ewropî de banga bidawîkirina komkujiyan, rakirina tecrîda li ser Ocalan û derxistina PKK'ê ji nava 'lîsteya terorê' hat kirin. -
Li Rihayê 6 kes hatin girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê AKP'ê ve tên meşandin de, li Rihayê 6 kes hatin girtin. -
6 cenaze ji Cizîrê anîn Meletiyê
Cenazeyên 6 kesên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin anîn Meletiyê. -
Şervanên QSD'ê rêya navbera Şedadê û Şengalê kontrol kirin
Şervanên QSD'ê, rêya navbera Şedadê û Şengalê kontrol kirin. Li gundan jî di dema karê lêgerîn û paqijkirinê de şer derket û 6 çete hatin kuştin. -
Gelê Hezexê li dijî êrîşan li ber xwe dide
Li Hezexê ku 'qedexeya derketina derve' di roja 8. de dewam dike, êrîşên hêzên dewletê bi topbaranê dewam kir. Gelê Hezexê jî li hemberî êrîşan li ber xwe dide. -
Hêzên dewletê li Dêrikê kesek qetil kirin
Li Dêrikê, ku hatiye dorpêçkirin û di emelî de derketina derve qedexe ye, kesekî din hat qetilkirin. -
Pêlîstokên şer ên zarokên li Sûrê
Li taxên Sûrê yên hatine xerakirin, zarokên li kortên ji ber bombeyan çêbûne û li nava kolanên xerabûyî dilîzin, naxwazin dengê bombeyan bibihîzin û bi mirinê bihesin. -
Nisêbîn ê YPS'î: Em dixwazin xwe biparêzin û weke xwe bijîn
Çekdar Nisêbîn ê YPS'yî: Sibe dikarin rabin bêjin 'Me li Nisêbînê hemû bend rakirin'. Lê xala esasî, neşikestina vê vînê ye. Bi valakirina Cizîrê re gelê Kurd naqede. Ya ku dewleta Tirk fêm nake, ev e. -
Ketin û derketina Dêrikê tê astengkirin
Ketin û derketina navçeya Mêrdîn Dêrikê hat qedexekirin. Heyeta Parlamenta Ewropayê û parlamenterên HDP'yî yên ji bo lêkolînan xwest biçe navçeyê, ji aliyê leşkeran ve li pêşiya navçeyê hatin sekinandin. -
'Artêşa Tirk ji bo tinekirina PKK'ê dest bi operasyonê kir, lê derbeke gelekî giran xwar'
Artêşa Tirk di Sibata 2008'an de li Zapê operasyoneke mezin da destpêkirin. Şahan Bestan, di sala 2008'an de dema li leşkeriyê bû, di nava operasyona Zapê de cih girt. Bestan ê piştre tevlî nava PKK'ê bû, operasyona Zapê ji ANF'ê re nirxand. -
Sariyildiz: Dewletê hêzên tarî û paramîlîter bi kar anî
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin, ku yên sûcê mirovahiyê kirine wê li dadgehên navnateweyî werin darizandin û got, "Gel ev rastî dît. Ev hovîtî li rûpelên dîrokê hat nivîsandin."