Polîsê Tirk çek li rojnamevan kişand
Li Şirnexê, polîsên sivîl ên Tirk bi wesayîteke Ford Ranger peşî li xebatkarê rojnameya Azadiya Welat M. Halîl Otun birîn, çek dan serî wî û gefa "Eger tu vê rojnameyê belav bike em ê te bikujin" lê xwarin.

Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat M. Halîl Otun, dema li kolana Cûmhûriyetê ya Şirnexê rojname li aboneyan belav dikir, polîsên Tirk bi wesayîteke bi marka Ford Ranger pêşî lê birîn. Polîsên sivîl ji wesayîtê peya bûn, çek dan serê Otun û jê re got, "Eger tu van rojnameyan belav bike, em ê te bikujin. Biçe ji xwe re karekî din bike. Eger ne em hinekî din bûya, tuyê hatibûya kuştin. Xeyfe ji malbata e re."
Polîsên Tirk demekê ev gefên xwe dewam kirin û dûre li wesayîtê siwar bûn û çûn. Otun li ser mijarê ji me re axivî û got, "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe, heta ji destê min bê ez ê dilsozê rojnameya xwe bim."