Desteya Jinan a Cizîrê entegreyî Desteya Malbat û Nifûsê hat kirin

Di çarçoveya Peymana 29'ê Çileyê ya entegrasyonê de Desteya Jinan a Cizînê entegreyî Desteya Malbat û Nifûsê ya Wezareta Kar û Barên Civakî hate kirin.

Di çarçoveya pêkanîna Peymana 29`ê Çileyê ya têkildarî entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de, doh û îro di navbera Desteya Jinan a Cizîrê û Desteya Malbat û Nifûsê ya Wezareta Kar û barên Civakî û Kar a hikumeta demkî de rêzecivîn hatin lidarxistin.

Piştî civînan, hat ragihandin ku Desteya Jinan a Cizîrê bi pergala Desteya Malbat û Nifûsê re hatiye entegrekirin.

Li gorî lihevhatinê wê nivîsgeh û navendên Desteya Jinan a Cizîrê xebatên xwe dewam bike.