BI DÎMEN

Armanc Med: 14 Tîrmehê bû tovê vejîna gelê Kurd

Roja Berxwedana 14’ê Tîrmehê li Heremên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîlayan ve bi semînerekî hat bîranîn. Di semînerê de ev peyam hate dayîn, ‘’Tevgera Apoyî û gelê Kurd li ser hîmê berxwedana 14’ê Tîrmehê zindî bû.’’

BERXWEDANA 14'Ê TÎRMEHÊ

Sala 1982’yan li Zindana Amedê li hemberî zilm, zorî û teslîmiyetê berxwedana mezin a 14’ê Tîrmehê hate raberkirin. Salvegera 44’emîn a roja Berxwedana 14’ê Tîrmehê, li çiyayên Kurdistanê bi semînerekî hat bîranîn. Di semînerê de yek ji fermandarên Hêzên Parastina Gel (HPG) Armanc Med axivî.

Semîner, ji bo giyanê şehîdan bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Fermandar Armanc Med, destpêkê di şexsê şehîdên 14’ê Tîrmehê de hemû şehîdên Kurdîstanê bibîr anî û wiha axivî, ‘’Roja 14’ê Tîrmehê hem ji bo Tevgera me hem ji bo gelê me û hem jî ji bo kêsên ku têkoşîna mirovahiyê dimeşînin, girîng e. Bi taybetî roja îro, di têkoşîna azadiyê de, di her şert û mercên zehmetiyê de temsîliyeta berxwedanê kiriye, ev tiştekî pir girîng e. Li ser vê rojê gelek stran, gotin û nirxandin pêş ketine, lê her roja ku derbas dibe girîngiya vê rojê hîn zêdetir xwe dide pêş. Rêber Apo, ji bo ku wate û girîngiya vê rojê bê fêmkirin gelek ked da, gelek heval û welatparêz li ser xeta 14’ê Tîrmehê şehîd bûn û hê jî gelek şoreşger û welatparêz têkoşîna xwe didomînin. Eger em îro têkoşîna xwe bi coş û bi azweriyekî mezin dimeşînin ev yek bi saya berxwedana zindanan e. Tevgera Apoyî û gelê Kurd, bi saya ew tovê ku berxwederên zindana avêtiye hîn zêdetir mezin û qeyîm dibe. Mirov dikare bêje têkoşîna 50 salan, bi ruhê berxwedana Zindana Amedê meşiya û hebûna gelê Kurd da îspatkirin.’’

Armanc Med di berdewamiya axaftina xwe de pêvajoyên ku li Zindana Amedê qewimîne jî anî ser ziman û wiha pêde çû: ‘’Şert û mercên derketina vê berxwedanê û kesên ku vê berxwedanê meşandine jî pir girîng e. Hin dem û kes hene ku li hemberî zilmê radibin û têdikoşin. Hevalên li zindanan jî vê yekê ferq kirin û li gorî vî nêz bûn. Nêrîn, fikir, biryar û çalakiya hevalan jî bê qusur e. Pêwîstiya me herî zêde jî bi fêmkirin û jiyankirina van hevalan heye. Zindana Amedê ji bo gelê Kurd her tim roleke terbiyekirin, teslîm girtin û ciyekî weke îrade şikandinê lîstiye. Derketina 14’ê Tîrmehê di rewşeke awarte de li hemberî hişmendiya teslîmgirtin û îrade şkandinê bû. Niha Zindana Amedê bû ciyekî temsîliyeta îrade û berxwedanê. Di zindanê de ji derveyî PKK ti kesê nekarî li berxwe bide. Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li hemberî her cûre êşkence, qetlîam û şerê taybet li berxwe dan û bi îradeya xwe biryara têkoşînê dan. Bi taybetî li hemberî kesayeta weke Esat Oktay Yildiran li berxwe dan. Esat Oktay kesek bû, lê fikir û pratîka wê temsîliyeta hişmendiya dewleta Tirk dikir.’’

Med, bal kişand ser nirxên Tevgera Apoyî û bi nirxandinên girîng axaftina xwe wiha bi dawî dike, ‘’Em girêdayî vê xetê ne. Li ser vê heqîqetê me soz daye û dimeşin. Berpirsyartiya me li hemberî van nirxan heye. Hebûna me bi fedakariya wan, nasnameya me bi berxwedayina wan, hêza me bi êş kişandina wan û serxwebûna me bi biryardayîna wan hat avakirin. Jiber vê yekê fikir û jiyana wan hevalan jiyankirin, erk û berpirsyartiya me ya şoreşgerî ye. Ev nirxên nasnameyên me ne. Raste; îro bi dewleta Tirk re pêvajoyek tê meşandin, lê ev yek nasnameyên me ne, hafiza me ye. Em vê yekê ji bîr nakin û em ê nedin jibîrkirin. Hin kes li bendê ne ku PKK wê di nava wan de bihele. Raste; PKK’ê weke nav, weke mekanîzmayekî rêxistînî xwe fesix kir, lê PKK’ê ev nirxên pîroz fesix nekir.  Eqsê wê bi nirxan re hîn zêdetir hate girêdan. Li ser vê esasê em berxwedêrên Zindana Amedê bi rêzdarî û bi hûrmet bibîr tînin. Heta ku xewn û xeyala wan negihîje serkeftinê em ê li pey doza xwe têkoşîn bikin. Mîrasa 14’ê Tîrmehê mîrasa berxwedan û serxwebûnê ye. Em ê hewil bidin bi layiqê emaneta wan. Şehîd Namirin, Bijî Serok Apo’’

Piştî axaftina fermandar Armanc Med, bi temaşekirina fîlmê derbarê Zindana Amedê “14’ê Tîrmeh”, semîner bi dawî bû.