Gelê Hezexê li dijî êrîşan li ber xwe dide
Li Hezexê ku 'qedexeya derketina derve' di roja 8. de dewam dike, êrîşên hêzên dewletê bi topbaranê dewam kir. Gelê Hezexê jî li hemberî êrîşan li ber xwe dide.
Li Hezexê ku 'qedexeya derketina derve' di roja 8. de dewam dike, êrîşên hêzên dewletê bi topbaranê dewam kir. Gelê Hezexê jî li hemberî êrîşan li ber xwe dide.
Li navçeya Şirnex Hezexê, operasyonên qirkirinê yên di bin navê 'qedexeya derketina derve' de tên meşandin, di roja 8. de ye.
Topbarana li hemberî taxên Yenî Mahalle û Tûrgût Ozal dewam dike. Li taxa Yenî Mahalleyê ji ber topbaranê gelek xanî şewitîn. Ji navçeyê dû bilind dibe.
Tevî topbaranê tevgera maşînên zirxî ji duh bi şev û vir ve didome.