Li Sûrê çawişekî pispor hat kuştin

Li navçeya Amed Sûrê, di şerê navbera hêzên dewletê û şervanên YPS'ê de çawişekî pispor hat kuştin.

Li taxên Hasirli û Savaş ên navçeya Sûrê, şerê ev sê roj in dewam dike danê vê sibehê giran bû. Li gorî daxuyaniya rayedarên Tirk di vî şerî de çawişekî pispor hat kuştin.

Çavkaniyên herêmî jî dan xuyakirin, ku hejmareke zêde ya tîmên taybet ên hatin kuştin û birîndar bûn bi ambûlansan ji herêmê hatine derxistin.

YPS'ê heta niha li ser mijarê daxuyanî nedaye.