BI DÎMEN

Koç: Kurd nebin krîza li Rojhilata Navîn çareser nabe

Hevseroka KNK'ê Koç Kurd weke 'kirdeya siyaseta li Rojhilata Navîn' pênase kir û diyar kir, eger Kurd nebin wê krîza li Rojhilata Navîn jî çareser nebe. Koç bang li Kurdan kir, ku li ser bingeha yekîtiya neteweyî li hev bicivin.

Hevseroka KNK'ê Koç Kurd weke 'kirdeya siyaseta li Rojhilata Navîn' pênase kir û diyar kir, eger Kurd nebin wê krîza li Rojhilata Navîn jî çareser nebe. 

Koç got, "Êdî şert û mercên ji nû ve meşandina Syks-Pîcot nîne" û bang li Kurdan kir ku li ser bingeha yekîtiya neteweyî li hev bicivin.

Koç li ser rewşa li Başûrê Kurdistanê anî ziman, ku rewş welê lê hatiye nema dikare were birêvebirin û destnîşan kir, ku pêwîstî bi reformên bingehîn heye. Koç têkiliya PDK'ê ya bi AKP'ê re jî rexne kir.

Koç li ser destwerdaneke gengaz a Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê jî got, "Destwerdana Tirkiyeyeke ewçend qels bûye li Sûriyeyê wê were wateya xwekuştinê."

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç, li ser van mijaran bersiv da pirsên ANF'ê: