BI DÎMEN

'Artêşa Tirk ji bo tinekirina PKK'ê dest bi operasyonê kir, lê derbeke gelekî giran xwar'

Artêşa Tirk di Sibata 2008'an de li Zapê operasyoneke mezin da destpêkirin. Şahan Bestan, di sala 2008'an de dema li leşkeriyê bû, di nava operasyona Zapê de cih girt. Bestan ê piştre tevlî nava PKK'ê bû, operasyona Zapê ji ANF'ê re nirxand.

Artêşa Tirk di Sibata 2008'an de li Zapê operasyoneke mezin da destpêkirin. Şahan Bestan, di sala 2008'an de dema li leşkeriyê bû, di nava operasyona Zapê de cih girt. Bestan ê piştre tevlî nava refên PKK'ê bû, operasyona Zapê ji ANF'ê re nirxand.

Bestan operasyona Zapê ji aliyê artêşa Tirk ve bi vî rengî nirxand: "Di sala 2007-2008'an de çûm leşkeriyê. Yekîneya min a acemîtiyê li Qereqola Jendermeyan a Yenî Foça ya Îzmîrê bû. Yekîneya hosta jî li Çelê bû. Mehek beriya operasyonê em timî derdiketin operasyonê. Ji bo zexmkirina kontrola gir, em timî derdiketin ser gir. Wextekê ez çûm nava manga rêveberiyê. Di manga rêveberiyê de fermandar bi termalê erazî kontrol dikir. Min hingî şahidî ji axaftinên di bêtêlê de kir. Wê demê komek ji pêncî kesî derbas dibû. Fermandar got, 'Deste nedin wê komê, di nava sê komê de sê çar hevalên me hene'. Di nava tarîtiyê de çawa dikarîbû tespît bike, min fêm nekir. Piştre pê hesiyam ku li cem wan cîhaz hene. Bi wî rengî hewl dida kontrol bike."

Bestan da xuyakirin, ku ji bo perwerdeyê ew mehek beriya operasyonê timî derketine eraziyê û got, "Demek kurt beriya operasyonê em timî li eraziyê diman. Di nava berfê de me çeper çêdikir. Bi zorê li ser me ferz dikirin ku em hînî eşrtên xwezayê bibin. Ji saet 12'ê şevê heta pêncê sibehê, timî veguhastina leşkerî dihat kirin. Mehekê wiha dewam kir. Ji Bolû, Kayserî, Çewlik, Sêrt, Erdexanê komando anîn. Ji gelek bajarên Tirkiyeyê leşker anîn. Ji ber ku her tişt bi awayekî veşartî dikirin, haya kesî zêde jê çênebû. Wê demê em timî dihatin perwerdekirin. Me hîs dikir ku wê tiştek pêk were. Lê me baş nizanîbûn wê çi bibe."

Bestan anî ziman, ku zêdehî 20.000 leşker tevlî operasyona Zapê bûn û ev agahî da: "Du roj beriya operasyonê em di nava berfê de man. Piştre operasyona Zapê destpê kir. Tabûra me ji sê yekîneyan pêk dihat. Yekîneyek ji bo amadekariyê bike, ma. 250 kesên mayî jî bi helîkopteran danîn rêzeçiyayên li pêşberî Karker. Em li wir ketin çeperê. Her kom ji 20-30 kesan pêk dihat. Hejmara me zêdeyî 20.000 leşker bû. Rojê du sê caran helîkopteran tevî komên ji bîst kesan, barê nîv qemyonên mezin erzaq dianîn. Ji me re gotin ku wezîfeyek ji bo sê rojan e. Me fêm nedikir, ku ji bo wezîfeyeke sê rojan çima ewqasî amadekariyê dikin. Me dizanîbû wê operasyonek were kirin. Lê me texmîn nedikir operasyona Zapê pêk were."

'HELÎKOPTERÊ ROJÊ CAREK DU CARAN BI TENÊ JI BO RAKIRINA CENAZEYAN DIHAT'

Bestan ragihand, ku timî bomberdûman dihat kirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi şev û roj şer dewam dikir. Timî bomberdûman dihat kirin. Helîkopteran leşker dibirin û dianîn. Ne diyar bû kî çi dike, diçe ku derê. Me dixwest operasyon demek ji ya din zûtir biqede. Ti ji me bi daxwaza xwe tevlî operasyonê nebûbûn. Em ji mecbûrî tevlî bûn. Gelek leşker mirin û birîndar bûn. Helîkopter rojê carek du caran bi tenê ji bo rakirina cenazeyan dihat. Wê demê hevalekî min ji min re got ku bi qasî hundirê qemyonekê dagire leşker hatine kuştin û birine Wanê. Çapemeniyê bi tenê got 38 leşker hatine kuştin. Me bi çavên xwe didît. di operasyona Zapê de zêdeyî 400 leşker mirin. Di destpêkê de bombe li gir dihat barandin. Dûre leşkeran xwe berdidan herêmê. Li dû vê xwe berdanê, bi dena leşker di nava xwînê de di binê berfê de diman. Ji bo rizgarkirina wan kesî tiştek nedikir."

Bestan destnîşan kir, ku bi zanebûn leşker ber bi mirinê ve hatin dehfdan û got, "Du roj beriya bidawîbûn aoperasyonê, şevekê saet di 12'an de şer destpê kir. Me jî ji cîhazê deng dibihîstin. Zêdeyî 20 leşkeran xwe berdabûn nava qadê. Di vê bûyerê de deh leşker mirin. Çend ji wan jî birîndar bûn. Li benda helîkopterê bûn. Fermandarê ku qet ji cihê xwe nediliviya digot, 'şêrên min; welat emanetî we ye, hûn dewam bikin, hûnê welêt rizgar bikin'. Bi zanebûn leşker ber bi mirinê ve dehf didan. Yek ji leşkerên birîndar digot, 'Em li vir dimirin, lê ne xema kesî ye'."

'JI BO TINEKIRINA PKK'Ê DEST BI OPERASYONÊ KIRIN, LÊ EW BI XWE TINE BÛN'

Bestan wiha dewam kir: "Ji nişka ve vekişîn çêbû. Me nizanîbûn em ji bo çi hatine, em ji bo çi vedigerin. Di heman demê de ji ber ku em vedigeriyan, gelekî kêfxweş bûn. Hêdî hêdî me gir terikand. Pênc deqe piştî terikandina gir, me dît ku helîkopter ket. Her kes di nava panîkê de ji bo ji wir rizgar bibe, heta jê dihat direviyan. Bi qasî du metreyan berf li erdê hebû. Leşker ji sermayê dicirifîn. Koma ku herî dawî vekişiya, koma ez jî di nav de bûm. Ji bo ewlekariya vekişînê em mabûn. Ji ber sermayê dest û lingên me qerisî bûn. Gelek leşker dûre bi mehan nikarîbû bimeşiyan. Êvarê em bi wesayîtan dibirin. Hem hejmara miriyan, hem jî hejmara leşkerên tevlî operasyonê bûn vedişartin. Dema em vegeriyan, fermandar hat yek bi yek em pîroz kir. Wî bi xwe jî nizanîbû ji bo çi pîroz dike. Ji ber ku li holê serketinek tinebû. Ewqas leşker mirin û birîndar bûn. Lê belê di televîzyonan de digotin ku ew bi ser ketine. Ji bo tinekirina PKK'ê dest bi operasyonê kirin, lê ew bi xwe tine bûn."

Bestan herî dawî got, "Bûyerên li leşkerî bi min gelekî giran bû. Weke Kurdekî ji bo min tiştekî gelekî zehmet bû li hemberî PKK'ê şer bikim. Heta salekê ez bi kesî re neaxivîm. Her tim li rêyekê digeriyam. Dûre min biryar da tevlî nava refên têkoşînê bibim. Piştî ku tevlî nava refên têkoşînê bûm, min rexnedayîna xwe da. Niha jî gerîlayê gelê xwe me. Ji ber ku min ji Tirkiyeyê re leşkerî kir, gelekî poşman im."