Hêzên dewletê li Dêrikê kesek qetil kirin
Li Dêrikê, ku hatiye dorpêçkirin û di emelî de derketina derve qedexe ye, kesekî din hat qetilkirin.
Li Dêrikê, ku hatiye dorpêçkirin û di emelî de derketina derve qedexe ye, kesekî din hat qetilkirin.
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, ku ev çend roj in êrîşên giran lê tê kirin, duh ciwanekî bi navê Ercan Sayan (27) hat qetilkirin. Piştî Sayan, kesekî din jî ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin.
Cenazeyê kesê nasnameya wî hînê eşkere nebûye, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Di vê navberê de malbata Ercan Sayan ê duh hat qetilkirin, ji bo wergirtina cenaze hat Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.