Nisêbîn ê YPS'î: Em dixwazin xwe biparêzin û weke xwe bijîn

Çekdar Nisêbîn ê YPS'yî: Sibe dikarin rabin bêjin 'Me li Nisêbînê hemû bend rakirin'. Lê xala esasî, neşikestina vê vînê ye. Bi valakirina Cizîrê re gelê Kurd naqede. Ya ku dewleta Tirk fêm nake, ev e.

Çekdar Nisêbîn ê YPS'yî: Sibe dikarin rabin bêjin 'Me li Nisêbînê hemû bend rakirin'. Lê xala esasî, neşikestina vê vînê ye. Bi valakirina Cizîrê re gelê Kurd naqede. Ya ku dewleta Tirk fêm nake, ev e.

Li Nisêbînê, ku di her kêliyê de pêkane 'qedexeya derketina devre' careke din bê îlankirin, em bi YPS'yiyan re diaxivin.

Li dîwarê odeya em hevdîtinê dikin wêneyên Mûhammed Altûnkaya yê di berxwedana xwerêveberiyê de hat qetilkirin, Medenî Orak û şervanên Mêrdînê hatin daliqandin.

Her wiha tevî çend kursiyan, televîzyonek heye. Dema em li benda bersiva ji bo hevdîtinê bûn, me bihîstin ku şervanek beriya rojekê jiyana xwe ji dest daye. Atmosfereke şîn û xemgîniyê ya ji ber vê windahiyê hebû.

Dûre em bi Çekdar Nisêbîn ê YPS'yî re diaxivin.

Pirsa destpêkê: YPS li vir çi dike?

Çekdar Nisêbîn, bi bîrxistina çanda berxwedanê ya gelê Kurd re dest bi axaftina xwe dike û dibêje: "Hûn li taxan geriyan, we jî dîtin piraniya gel li malên xwe dijîn. Ji ber şer, meclîsên taxan bêbandor man. Lê belê li taxa me meclîs dixebitin. Dibe ku ne mîna berê be. Ji ber ku şer heye. Meclîs bi giranî bi pêwîstiyên jiyanî yên weke erzaqê re mijûl dibe. Em jî di vî warî de destê didin wan. Gel ji me bawer e û ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe, tê cem me."

Şertê endametiya YPS'ê çi ye?

Li gorî agahiyên ji aliyê Nisêbîn ve hat dayîn, qebûlkirina xweseriya demokratîk têra endametiyê dike. YPS tevî Kurdan deriyê xwe li gelên din jî vekirî ye. Lê belê li Nisêbînê ji gelên din hînê tevlîbûn nebûye. Dibêje, 'Li metropolan ji gelên din tevlîbûn hene.'

Bi kurt û kurmancî qebûlkirina vîna gelê Kurd şertê yekane ye.

Di nava YPS'ê de bi giranî ciwan xwe bi rêxistin dikin. Lê belê deriyê xwe ji mirovên bi emir jî negirtî ye.

Li gorî gotinên Çekdar Nisêbîn, YPS pirsgirêkên rojane jî çareser dike. Ji bo çareseriya pirsgirêkên nava malbatê jî mirov tên cem YPS'ê û dibêje, "Ev rewşeke normal e. Ji ber ku li vir dewlet nîne û mirov li çûna biçe cem polîsan tên cem mirovên jê bawer dikin an jî ciwanên li taxê."

Ji bo xwerêveberiyê vê pênaseya kurt dike: "Em wek dixwazin weke xwe bijîn."

Destnîşan kir, ku YPS amûreke girîng a avakirina xwerêveberiyê ye û got, "Xwerêveberî mijareke zîhnî ye. Ne tiştekî ku bi tenê bi xendek û bendan were vegotin e. Xendek jî, tax jî ji bo parastina vê taxê ne, ji bo parastina ruhê xwerêveberiyê ne. Armanca me ya bingehîn vegotina vê, danefêmkirin e. Em her roj, her şev bi malbatan re diaxivin. Gel timî tê cem me. Em civînan lidar dixin, li ser xwerêveberiyê diaxivin."

Car carna ciwan di ber me re derbas dibin. Çekdar Nisêbîn balê dikişîne ser rastiya şer û dibêje, "Dewlet bi êrîşa topyekûn re gelê Kurd neçarî berxwedanê dike. Naxwaze firsendê bide me ku em sîstema xwe ava bike. Em jî dixwazin li taxên xwe sîstema xwe ava bikin."

EM DEWLETA TIRK NAS DIKIN

Bûyera li Cizîrê bibîr dixînim û jê pirsa "Hûn li benda êrîşeke ewçend mezin bûn?" dipirsim. Bersiva wî kurt û zelal e: "Bêgumane m li bendê bûn. Ji ber ku em dewleta Tirk nas dikin."

Dîsa jêrzemînên li Cizîrê bibîr dixînim û pirsa "Di nava vê dorpêçiyê de hûnê xwerêveberiyê çawa ava bikin?" dipirsim.

Çekdar Nisêbîn bi baweriyeke ji xwe vê bersivê dide pirsa min: "Belê, zehmet dibe. Haya me ji vê heye. Lê belê avakirina sîstemekê di destpêkê de di mejî de dibe. Em ewilî hewl didin li vê derê vê zîhniyetê ava bikin. Ji xwe sîstema ku em dixwazin ava bikin, sîstemeke gel jê ne xerîb e. Mînak eşîr an jî malbatên li vê taxê hene. Li vir ji xwe mekanîzmaya xwerêveberiyê heye. Biryarê bi hev re digirin, alîkariyê didin hev. Zemîna vê heye, em dixwazin vê bikin sîstemek.

Di pêvajoya şer de em dikarin vê weke zîhniyet ava bikin. Sibe dikarin bêjin, 'Me li Nisêbînê hemû bend rakirin'. Mijara esasî, neşikestina ev vîna di nava Kurdan de ye. Dewlet dixwaze vîna Kurdan bişikîne. Em jî dibêjin, 'Em bimirin jî hûnê nikaribin vîna me teslîm bigirin'. Eger statu neyê qebûlkirin û teslîmiyet li ser me bê ferzkirin, em ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin. Dawiya vê serketin e."

Ez wan mirovên li Cizîr, Sûr, Farqîn, Silopiyayê ji ber şer koç kirine bibîr dixînim û jê pirsim, "Eger li van taxan bi tenê YPS'yî bimînin wê çi bibe?"

Bi pirsê bersivê dide pirsê: "Baş e em kî ne? Gelo em gel nînin?"

Pirsa dawî jê dikim: Di dema aştiyê de wê rewşa YPS'e çi be?

Dibêje, "Wê wezîfeya xwe ya normal bidomîne. Wê gel biparêze. Me YPS ji bo gel bi çekên giran li hemberî dewletê biparêze, ava nekir. Wezîfeya YPS'ê ewlekariya gel e. Hêzeke asayîşê ye. Lê belê ji ber ku êrîşên dewletê gelekî derketin pêş, rewşeke welê hat afirandin ku mîna em bi tenê li hemberî dewletê şer dikin. Min berî niha jî got, ji bo pirsgirêkên nava gel, em hêza çareseriyê ne."

Piştî hevdîtinê me ji taxê derdikevin. Li dû me ciwanên li ber xendekan nobedê digirin û gelê li pişt xendekan dijî, dimîne.

...