KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Midûrê Şaxa Agirî yê SES’ê hat girtin
Endamê SES'ê yê Agiriyê Mehmet Sait Dogan ku serê sibehê hatibû binçavkirin ji aliyê dadgehê ve bi hinceta "Endamê rêxistinê ye" hat girtin. -
Geverî li dijî provakasyonên polîsan di xweparastinê de ne
Hêzên dewletê li Gever bi provakasyonan êrîşên xwe li ser gel dewam dikin, ciwan jî xweparastinê pêş dixin.Hêzên dewletê li Gever bi provakasyonan êrîşên xwe li ser gel dewam dikin, ciwan jî xweparastinê pêş dixin. -
Bombebarana qadên gerîla didome
Li hember qadên gerîla êrîşên artêşa Tirk bi tank, obus û hewanan dewam dike, li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera hewayî didome. -
Hamdan û Fatma Babat ên li Hezexê asê man hatin rizgarkirin
Nexweşên bi navê Hamdan Babat û Fatma Babat ên li Hezexê di mala xwe de asê ma bûn û ji bo têkildarî wan biryara 'tedbîrê' bigire serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatibû dayîn, ji cihê lê bûn hatin rizgarkirin. -
TAK’ê wêneyên nû yên Somer parve kir
TAK’ê wêneyên nû yên Abdûlbakî Somer (Zinar Raperîn) ê 17’ê Sibatê li Enqereyê çalakiya fedaî li dar xist weşand. -
Polîsên Tirk êrîşî gelê xwest bimeşe Sûrê kirin
Li dijî êrîşên li hemberî Sûrê, girseya gel ber bi Semta Ofîsê ve dest bi meşê kir. Lê belê polîsên Tirk bi bombeya gazê, ava şid û fîşekên rastî êrîşî gel kirin. -
'Xezeba Xabûrê' dewam dike: Li başûrê Şedadê 15 çete hatin kuştin
Li gundê Azawî yê li başûrê Şedadê, 15 çete hatin kuştin. Hêzên QSD'ê gelek çek û cebilxane desteser kirin. -
Li Hezexê şer li taxa Tûrgût Ozal giran bû
Li Hezexê ji ber êrîşên dijwar ên hêzên dewletê, ji gelek xaniyên li taxa Yenî Mahalle dûxana reş bilind dibe. Şer niha li taxa Tûrgût Ozalê giran bûye. -
Ji bo Hezexê bang
Tê gotin, hêzên dewleta Tirk amadekariyan dikin ku li Hezexê komkujiyê bikin. Hevşaredar Oyman da xuyakirin, ku geliyê cehennemê hatiye bombekirin û banga hişyariyê li raya giştî kir. -
Li Cizîrê dorpêçî û êrîş dewam dikin
Li Cizîra ku dewleta Tirk komkujiyeke hovane lê kir, dorpêçî dewam dike. Dewleta Tirk du marketên vekirî yên li navçeyê jî girt û bi bombeyên gazê êrîşî mirovên derdikevin kolanan dike. -
Cenazeyên Aktaş û 8 kesan hatin teşxîskirin
Di encama testa DNA de, ji cenazeyên li Saziya Tipa Edlî ya Xabûrê ne cenazeyên Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û 8 kesan teşxîs bûn. -
YPG: Li Şêxmeqesûd 11 çete hatin kuştin
Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê 11 çete hatin kuştin, tankek û maşîneyeke çeteyan hatin rûxandin. -
Balafirên şer li ser Avaşînê digerin
Balafirên şer ên Tirk, li ser Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin. -
Li Dêrikê teqîneke dijwar rû da
Li Dêrikê ku di emelî de derketina derve lê qedexe ye, teqîneke dijwar rû da. -
Hêzên dewleta Tirk gule li taxa Abdulkadîrpaşa reşandin
Li Nisêbînê, ku li dijî êrîşan berxwedan didome, hêzên dewleta Tirk ji maşînên zirxî gule li taxa Abdulkadîrpaşa reşandin. -
Şervanekî YPG'ê yê Elman li Şedadê jiyana xwe ji dest da
Şervanekî YPG'ê yê Elman, di operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li Şedadê de jiyana xwe ji dest da. -
Karê teşxîskirina cenazeyên li Xabûrê dewam dike
Li Saziya Tipa Edlî ya demî ya li Xabûrê, karê teşxîskirina 62 cenazeyên mirovên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, dewam dike. -
Li dijî tecrîda li ser Ocalan kampanya îmzeyan a navneteweyî
Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hiqûqnasên navneteweyî kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Di metna îmzeyê de tê destnîşankirin, ku tecrîda li ser Ocalan gefê li aştiyê dixwe û tê xwestin, tecrîd derhal bê rakirin. -
Polîsan avêtin ser avahiya VASKÎ
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya VASKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. -
Balafirên şer li ser Qendîlê digerin
Balafirên şer ên Tirk, ji saet 11:00 û vir ve li ser herêma Qendîlê digerin. -
Li Amedê jiyan ji bo Sûrê sekinî!
Ji bo rakirina dorpêçiya li ser Sûrê, beriya meşa li Amedê li bajêr jiyan sekinî. -
Bi helîkopteran gule li Hezexê tên reşandin
Li Hezexê roja nû bi topbarana dijwar a li hemberî taxa Yenî Mahalleyê destpê kir. Ji hewayê jî helîkopterên bi tîpa Kobra guleyan li taxê direşînin. -
Li Sûrê êrîş dewam dikin
Li Sûrê êrîşên hêzên dewletê didomin. Topbarana li hemberî taxên dorpêçkirî îro jî dewam kir. -
Yîgîtalp: Divê dorpêçiya li ser Sûrê bê rakirin
Di dema Walîtiya Amedê digot, 'Bila sivîl derkevin' de top li Sûrê dihatin barandin. Wekîla HDP'ê Yîgîtalp got, "Li hundir birîndar, pitik, zarok, extiyar hene. Ne pêkan e ku ev yek bi yek derkevin. Divê dorpêçî bê rakirin." -
Ji belavkariya rojnameyê heta jêrzemîna wehşetê: Rohat Aktaş
Rohat Aktaş di 12 saliya xwe de dest bi belavkirina rojnameya Azadiya Welat kir. Mezin bû, lîse qedand û piştî 7 salan bû midûrê karên nivîsê yê rojnameyê...