Kampanya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku wê li gelemperiya cîhanê bê meşandin, li Yewnanîstanê destpê kir. Parêzerên ji bo doza muwekîlê xwe li Yewnanîstanê ne, piştî hin danûstandinên li vê derê, têkildarî kampanya îmzeyan bi gelek baroyan û hiqûqnasan re hevdîtin kirin.
BAROYA PÎREAS: BINPÊKIRINEKE CIDÎ YE
Parêzeran Baroya Pîreas ziyaret kirin û di hevdîtina bi Serokê Baroyê re jê xwestin, ku destekê bide kampanya îmzeyan. Baroya Pîreas jî mijar di desteya xwe ya rêveberiyê de nirxand û dûre daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya baroyê de hat ragihandin ku ragirtina Ocalan di nava îzolasyonê de, astengkirina hevdîtina bi parêzer û xizmên wî re, binpêkirina mafên mirovan. Di daxuyaniyê de bal hat kişand ser Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan û hat ragihandin, ku nabe ti kes rastî pêkanînên li dijî mirovahiyê, biçûkxistin, îşkence û zalimane were."
'BILA MAFÊN WÎ DERHAL BÊN DAYÎN'
Baroyê diyar kir, tecreîda li ser Ocalan tevî binpêkirina mafên bingehîn ên girtiyan, her wiha binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî ye û ev bang li dewleta Tirk hat kirin:
"Ji bo parastina mafên mirovan û pêşîgirtina li îşkenceyê em bang li hikûmeta Tirk dikin ku li gorî berpirsyariyên navneteweyî yên li ser mijara îşkenceyê tevbigere û derhal van pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên li hemberî Abdullah Ocalan bi dawî bike, tecrîdê rake, bihêle ku karibe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, mafên wî yên posta, telefon û yên din radestî wî bên kirin."
METNA ÎMZEYÊ
Di metna îmzeyê ya ji aliyê hiqûqnasan ve hat amadekirin de wiha tê gotin:
"Girava Îmraliyê cihekî ji hiqûqê bêpar e. Ji 15'ê Sibata 1999'an dema anîna Abdullah Ocalan û vir ve, li Îmraliya ku girtîgeha giravê ya li hemberî wî bi taybetî hatiye amadekirin, tê ragirtin. Bi 5 mîlan ji hewa û bejahî ve derdora Girava Îmraliyê herêma qedexe ya leşkerî ye û bi her awayî li sivîlan girtî ye.
Birêz Ocalan di navbera 16'ê Sibata 1999'an û 17'ê Mijdara 2009'an de 11 salan bi tena serê xwe li girtîgeha li Îmraliyê hat ragirtin. Piştre 5 girtî ji girtîgehên din hatin sewqkirin. Ji vê demê û pê ve jî bi tena serê xwe tê ragirtin û bi tenê hefteyê 5 saetan dikare bi pênc girtiyên din re hevdîtinê bike. Ev xusûs tê wê wateyê, ku her pênc kesên din jî li nava rewşa tecrîd û îşkenceyê hatine bicihkirin.
Mîna ku di biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û raporên CPT de hat ragihandin, bi ti awayî mafê telefonê jê re nehatiye dayîn. Mafê nivîsandin û wergirtina nameyan gelekî hatiye bisînorkirin. Destûr jê re nehatiye dayîn ku nameyan binivîsîne û nameyên jê re tê jî tên bisînorkirin, sansurkirin an jî bêyî agahî bê dayîn tên desteserkirin. Tevî ku li gorî qanûnan mehê du caran mafê xwe yê hevdîtinê bi malbatê û ziyaretvanan heye, ev mafê wî hatiye bisînorkirin an jî nehatiye naskirin.
Hevdîtina bi parêzeran re ku bi pêkanînên ne hiqûqî tê astengkirin bi hincetên 'keştî xerabe ye', 'rewşa hewayê nebaş e' destûr jê re nayê dayîn. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve hevdîtina parêzeran bi temamî hatiye astengkirin. Birêz Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikare bi parêzeran, ji 6'ê Cotmeha 2014'an û vir ve nikare bi malbatê re, ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî nikare bi heyeta diçû giravê re hevdîtinê bike.
'TECRÎD ÎŞKENCE YE'
Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT), tecrîda li Îmraliyê weke "ya ku ji 16'ê Sibata 1999'an lê tê kirin, bênîqaş tecrîd e" pênase kiriye. (http://www.cpt.coe.int/documents/tur/2008-13-inf-eng.pdf, p.31). Daîreya Duyemîn a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di biryara xwe ya 18'ê Adara 2014'an de de ev xusûs (rewşa navbera 16'ê Sibata 1999-17'ê Mijdara 2009) li gorî xala 3. a Peymanê weke îşkence û pêkanîna xerab qebûl kiriye."
'TECRÎD GEFÊ LI AŞTIYÊ DIXWE'
Di dewama metna îmzeyê de tê destnîşankirin ku ev tecrîda giran a li ser Ocalan gefeke cidî li aştiya navxweyî ya li Tirkiyeyê dixwe û veguheriye yek ji çavkaniyên aloziyê. Di metnê de tê gotin, "Ev yek derbeke cidî li derfetê çareseriya bi rêyên aştiyane û muzakereyê ya pirsgirêkê dixwe. Mîna rojên îro, di her dema tecrîd hatiye şidandin de, şîdeta li hemberî gel jî zêde bûye. Ji roja destpêkê heta îro ev rewş bi vî rengî ye. Di her dema ku derfetê ragihandinê yê Ocalan heye û dikare xwe îfade bike de, her tim derfetên ji bo aştiyê hatine afirandin."
Di dawiya metnê de wiha hat gotin: "Dijderketina li tecrîdê, dijderketina li şer e. Xwedîderketina li aştiyê ye. Dijderketina li vê zilma giran a li hemberî Abdullah Ocalan tê kirin, ku ji erdnîgariyeke berfireh 10 mîlyon 328 hezar mirovên ji çand, ziman û etnîsîteyên cuda daxwaza azadiya wî dikin, di heman demê de alîgiriya jiyana bi hev re ya hemû cihêrengiyan e."