'Xezeba Xabûrê' dewam dike: Li başûrê Şedadê 15 çete hatin kuştin
Li gundê Azawî yê li başûrê Şedadê, 15 çete hatin kuştin. Hêzên QSD'ê gelek çek û cebilxane desteser kirin.
Li gundê Azawî yê li başûrê Şedadê, 15 çete hatin kuştin. Hêzên QSD'ê gelek çek û cebilxane desteser kirin.
Operasyona hêzên QSD'ê ku bi navê 'Xezeba Xabûrê' li hemberî çeteyên li herêma Şedadê hat destpêkirin, di roja 9. de didome.
Şevê din jî di lêgerîna QSD’ê ya gundê Azawî yê ku dikeve başûrê bajarê Şedadê de di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket. Di vî şerî de 15 çete hatin kuştin.
Dîsa şevê din û îro jî heta danê nîvro lêgerîna nava bajarê Şedadê jî dewam kir. Di encama lêgerînê de gelek çek û cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin.
Çek û cebilxaneyên hatine desteserkirin:
10 çekên Kalaşnîkov, 4 çekên RBG tevî 25 roketên wê û 24 haşwe, 5 çekên BKC tevî 3 sindoqên fîşekên wê, çekeke SPG û 13 roketên wê, doçkayek 14.5, doçkayek 12.5, 5 bombeavêj, fuzeyeke dirêj, 5 dûrbînên rojê, 5 dûrbînên şevê, cîhazeke bêtêl ê Hytera û demançeyek.
Lêgerîn ji sedî 80 hatiye kirin û hîn dewam dike.