Bombebarana qadên gerîla didome

Li hember qadên gerîla êrîşên artêşa Tirk bi tank, obus û hewanan dewam dike, li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera hewayî didome.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin: 

“Ev hefteyek dawî ye artêşa TC li qadên gundên Xirbê Sadik û Baskir ên girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê kemînan datîne.

Di navbera 22’ê Sibatê saet 17.00’an û 23’ê Sibatê 05.00’an de qereqola Arûş a li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê; girê Şehîd Dîlber a girêdayî herêma Metîna ya ji Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tank, obus û hewanan bomberdûman kir.

23’ê Sibatê saet 22.30-23.00’an qereqola girê Sîvrî ya li sînorê navçeya Gever a Colemêrgê qadên derdora xwe ketober da ber çekên giran.

23’ê Sibatê saet 18.30-21.00’an li ser herêma Metîna û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, 24’ê Sibatê saet 00.00-03.00’an li ser herêma Heftanînê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha 24’ê Sibatê (îro) saet 11.00-13.00’an tevgera balafirên şer ên Tirk çêbûye.”