Bi helîkopteran gule li Hezexê tên reşandin

Li Hezexê roja nû bi topbarana dijwar a li hemberî taxa Yenî Mahalleyê destpê kir. Ji hewayê jî helîkopterên bi tîpa Kobra guleyan li taxê direşînin.

Li navçeya Şirnex hezexê, êrîşên dewleta Tirk di roja 9. de bi dijwarî dewam dikin. Ji serê sibehê ve, tankên li gundê Xirabşeref û avahiyên TOKÎ bi cih bûne, bombeyan li taxa Yenî Mahalle dibarînin. Ji ber bomberdûmanê gelek xanî xera bûn. Ji gelek xaniyan jî dû radibe. Ji hewayê jî 2 helîkopterên bi tîpa Kobra bombe û guleyan li taxê dibarînin. Êrîşa bi helîkopteran di vê kêliyê de jî dewam dike.

Şerê herî giran ê 9 rojan niha li taxa Yenî Mahalle diqewime.