Hikûmeta AKP'ê, qedexeya derketina derve ya li ser 6 taxên Sûrê, ji 2'ê Kanûnê û vir ve ranake.
Li taxên hatine dorpêçkirin û rastî êrîşên giran tên, bi dehan birîndar û sivîl li malan û jêrzemînan e. Di nava sivîlan de pitik, zarok û extiyar jî hene.
Di encama zexta civakî de Walîtiya Amedê di 19'ê Sibatê de 'korîdora mirovî' vekir. Nûçegihanê DÎHA'yê Mazlûm Dolan û Husamettîn Ateş, Fatma Ateş, Sînem Ateş û Fahrî Ateş ji avahiya lê bûn derketin, lê hatin binçavkirin. Fatma Ateş a birîndar bû, ji ber ku di dema xwe de ew ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Rojnamevan û 4 ferdên malbata Ateş ên duh sewqî edliyeyê hatin kirin, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.
Walîtiyê duh da xuyakirin ku wê 'korîdor' bê vekirin. Lê belê di dema ev daxuyanî hat dayîn de top li Sûrê hatin barandin.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp a di dema vê daxuyaniyê de li Sûrê bû got, "Di saeta ku Walîtî got wê mirov bê derxistin de top hatin barandin."
Walîtiya Amedê îdîa kir ku wê îro saet di navbera 15:30-17:00 de ji bo derxistina sivîlan ji herêmê, derfetan biafirîne.
Yîgîtalp a bi Walîtî re hevdîtin kir anî ziman ku li Sûrê birîndarên giran, pitik, zarok, extiyar hene û got, "Ji ber vê yekê ne pêkan e ku yek bi yek derkevin. Ji bo çareseriya pirsgirêkê divê dorpêçî bi temamî were rakirin."
Yîgîtalp diyar kir, sivîlên di 19'ê Sibatê de derketin hatin girtin û divê heman rewş neyê serê sivîlên derkevin.