Karê teşxîskirina cenazeyên li Xabûrê dewam dike
Li Saziya Tipa Edlî ya demî ya li Xabûrê, karê teşxîskirina 62 cenazeyên mirovên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, dewam dike.
Li Saziya Tipa Edlî ya demî ya li Xabûrê, karê teşxîskirina 62 cenazeyên mirovên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, dewam dike.
Ji kesên li navçeya Şirnex Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve bi awayekî hovane di jêrzemînên wehşetê de hatibûn qetilkirin, cenazeyên 62 kesan şandibûn Saziya Tibê ya Edlî ya li Deriyê Sînor ê Xabûrê. Ji bo teşxîskirina cenazeyan malbat tên deriyê sînor. Malbatên ku hatin Saziya Tibî ya Edlî ya demî, ji bo teşxîskirinê dor bi dor wan digirin depoyên ku cenaze lê ne. Di nav malbatên hatiyî de, malbatên ku di jêrzemînên wehşetê de navê zarokên wan nehatine ragihand jî hene.
Her wiha duh li ser cenazeyekî nasnameya bi navê Erdal Şahîn hat dîtin, li ser vê ji bo teşxîskirina cenaze malbata Şahîn jî hat Silopiyayê. Dîsa duh di encama testa DNA'yê de cenazeyên Emel Ayhan û Mûrat Şîmşek hatin teşxîskirin û her du malbat li benda girtina cenazeyên xwe ne.