Geverî li dijî provakasyonên polîsan di xweparastinê de ne

Hêzên dewletê li Gever bi provakasyonan êrîşên xwe li ser gel dewam dikin, ciwan jî xweparastinê pêş dixin.Hêzên dewletê li Gever bi provakasyonan êrîşên xwe li ser gel dewam dikin, ciwan jî xweparastinê pêş dixin.

Hêzên dewletê li Gever bi provakasyonan êrîşên xwe li ser gel dewam dikin, ciwan jî xweparastinê pêş dixin.

Li navçeya Gever a Colemêrgê polîsan bi wesayîtên zirxî navenda sûkê dorpêç kirin. Tevî li navçeyê ti çalakî an jî aktîvîte tinen, ji wesayîtên zirxî anonsên, “Navenda sûkê vala bikin, wesayîtên xwe ji ser rê rakin” hatin kirin û piştre dest bi êrîşê kirin.

Hêzên dewletê zexta girtina derabeyan li esnafan kir, li derdora xwe ketober bombeyên gaz û deng reşandin, bi guleyên plastîk û ava şid êrîşî gel kirin.

Li hember êrîşan ciwanan jî bi dirûşmeyan derbasî xweparastinê bû-n û gel hê jî kombûyina xwe ya li nav kolanan didomîne.

Li navçeyê alozî dewam dike, ji wesayîtên zirxî guleyên rast tên reşandin.

KIRYARÊN OHALÊ

Li Geverê di nava rojê de di ketin û derketina Yenîkopruyê de serî li kiryarên rewşa awarte (OHAL) hatibû dayîn. Ji aliyê Qereqola Jendermeyan a Yenîkopruyê di ketin û derketina navçeyê de bêyî ti hincetan nîşan bidin lêgerîn dikirin, ji ber vê rêzên dûr û dirêj ên wesayîtan çêbibûn.