Li Sûrê êrîş dewam dikin
Li Sûrê êrîşên hêzên dewletê didomin. Topbarana li hemberî taxên dorpêçkirî îro jî dewam kir.
Li Sûrê êrîşên hêzên dewletê didomin. Topbarana li hemberî taxên dorpêçkirî îro jî dewam kir.
Li navçeya Amed Sûrê, êrîşên hêzên dewleta Tirk di roja 85. de ne. Elîf Sû a 4 mehî jî di nav de bi qasî 200 sivîl hînê li taxan asê ma ne. Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî van taxan danê vê sibehê dijwartir bûn. Bi taybetî taxên Savaş û Cemal tên bombekirin.
Ji ber êrîşan ji hin cihan dûxana reş bilind dibe. Her wiha dengê çekan ji navçeyê tên.
Li aliyê din, nobeda ji bo rakirina dorpêçiya li ser Sûrê jî di roja 3. de ye. Ji bo heman wehşeta li Cizîrê hat kirin li Sûrê jî rû nede, li Navenad Çandê ya Dîcle û Firatê nobeda berxwedanê heye.