Li Hezexê şer li taxa Tûrgût Ozal giran bû
Li Hezexê ji ber êrîşên dijwar ên hêzên dewletê, ji gelek xaniyên li taxa Yenî Mahalle dûxana reş bilind dibe. Şer niha li taxa Tûrgût Ozalê giran bûye.
Li Hezexê ji ber êrîşên dijwar ên hêzên dewletê, ji gelek xaniyên li taxa Yenî Mahalle dûxana reş bilind dibe. Şer niha li taxa Tûrgût Ozalê giran bûye.
Li navçeya Şirnex Hezexê, di roja 9. a 'qedexeya derketina derve' de êrîşên ji bo qirkirina Kurdan bi dijwarî dewam dikin. Ji ber bomberûman û gulereşandina bi helîkopter û tankan, gelek xaniyên li taxa Yenî Mahalle xera bûn. Piştî nîvro jî li yek ji taxên berxwedana xwerêveberiyê Tûrgût Ozal, şer giran bû.
Hêzên dewleta Tirk ên xwestin xwe berdin nava taxa Tûrgût Ozal, rastî berxwedaneke tund a hêzên YPS/YPS Jin hatin.
Li taxê şer giran e. Li ser encamên şer hînê agahiyeke zelal bi dest neketiye.