Cenazeyên Aktaş û 8 kesan hatin teşxîskirin

Di encama testa DNA de, ji cenazeyên li Saziya Tipa Edlî ya Xabûrê ne cenazeyên Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û 8 kesan teşxîs bûn.

Piştî ku 3 cenazeyên din ên mirovên li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve bi hovane hatin qetilkirin anîn Deriyê Sînor ê Xabûrê, hejmara cenazeyên li vê derê bû 65. Karê ji bo teşxîskirina cenazeyan jî didome. Di encama testa DNA de nasnameyên 9 kesan zelal bû.

Li gorî testa DNA cenazeyên Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, Tûgba Emînoglû, Adîl Kuçuk, Selîm Tûray, Mahmût Dûymak, Ûmût Urek, Metîn Karane û Mahsûm Erdogan hatin tespîtkirin. Ji bo wergirtina cenaze malbata Tûba Emîngolû hat Xabûrê. Malbata Rohat Aktaş jî ber bi Silopiyayê ve bi rê ket.

Wezîfedarên maseya krîzê jî bang li malbata Îşçî kir ku xwîna daye li ya cenazeyekî li Xabûrê hatiye û xwest bi maseya krîzê re têkiliyê deyne.

Li aliyê din derket holê ku cenazeyê li Şirnexê bi korsanî hat veşartin, cenazeyê Mehmet Yilmaz e.