Li Amedê jiyan ji bo Sûrê sekinî!

Ji bo rakirina dorpêçiya li ser Sûrê, beriya meşa li Amedê li bajêr jiyan sekinî.

Li navçeya Amed Sûrê, ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê di roja 85. de ne, birîndar, jin û zarok jî di nav de bi qasî 200 sivîlên li jêrzemînên avahiyan asê man e, bi xeteriya komkujiyê re rû bi rû ne.

Ji bo pêşî li komkujiyeke gengaz bê kirin, îro li Amedê meşek tê lidarxistin. Beriya meşê li bajêr jiyan sekinî.

Meş ji aliyê DBP, HDP, KJA, KCD û DEM-GENÇ'ê ve tê organîzekirin û wê saet di 14:00 de destpê bike. Beriya meşê piraniya esnafan dikanên xwe venekirin û wesayît nehatin xebitandin.