Hêzên dewleta Tirk gule li taxa Abdulkadîrpaşa reşandin
Li Nisêbînê, ku li dijî êrîşan berxwedan didome, hêzên dewleta Tirk ji maşînên zirxî gule li taxa Abdulkadîrpaşa reşandin.
Li Nisêbînê, ku li dijî êrîşan berxwedan didome, hêzên dewleta Tirk ji maşînên zirxî gule li taxa Abdulkadîrpaşa reşandin.
Li yek ji cihê berxwedanê Nisêbînê, êrîşên dewleta Tirk dewam dikin. Maşînên zirxî yên li nêzî nexweşxaneya berê û kolana çaxçaxê bi cih bûn, gule li taxa Abdulkadîrpaşa reşandin.
Di gulereşandinê de tiştek bi kesî nehat. Şêniyên taxê nerazîbûn nîşanî vê êrîşê dan.