Şervanekî YPG'ê yê Elman li Şedadê jiyana xwe ji dest da
Şervanekî YPG'ê yê Elman, di operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li Şedadê de jiyana xwe ji dest da.
Şervanekî YPG'ê yê Elman, di operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li Şedadê de jiyana xwe ji dest da.
Şervanekî YPG'ê yê Elman, di operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li Şedadê de jiyana xwe ji dest da.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand, ku şervanekî wan ê Elman di operasyona hêzên QSD'ê ya 'Xezeba Xabûrê' de li Şedadê jiyana xwe ji dest daye.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye.
"Li Rojava netewe û olên cuda xwestin wekhev bijîn. Dagirkerên xwestin ev dewlemendiya gelan bixin bin destê xwe ji bo wê berê xwe dan wê heremê û ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj dest bi parçakirina gelan kirin. Xwedin di nava gelan de şerê ol, netewe û mezheban derxînin. Bi vê armancê heya roja me ya îro êrîşên hovane li ser van gelan çêbûn û herî dawî jî bi peşengtiya DAIŞ û hevkarên xwe ve êrîşên derveyî mirovahiyê hatin kirin.
DAIŞ'ê û hevkarên wê xwestin Rojava bikin qada şerê gelan. Lê rastiya mirovahî û felsefeya wê ne hişt ku armanca terorîstan pêk were. Tiştê ku zelal bû û derket holê; ev êrîş ne tenê li hemberî hin gel û olan bû, ev êrîş li dijî tevahiya mirovahiyê bû. Lewma Şoreşa Rojava jî têkoşîna xwe dispêre armanca jiyana azad a hemû gelan. Hewl dide hemû nirxên hevpar ên mirovahiyê bipareze û nûnertiya wê bike.
Ji bo vê jî tevlîbûnên ji hemû gel û welatan ji bo şoreşa mirovahiyê çêdibe. Yek ji wan dilxwazan jî heval Rustem bû. Heval Rustem, 30 sal ji temenê xwe bi leşkertiyê derbaskiri bû. Hem di artêşa Elman û him jî artêşa Fransa de leşkertî kiribû. Piştî salên direj a leşkertî ye armanca wî ya parastina nirxên mirovahî û pêşerojek azad a ji bo zarokên hemû gelan berê xwe da Rojava. Heval Rustem li pey wateya jiyanê azad hat Kobanê. Dixwest jiyanê fêhm bike û rast bijî. Li Kobanê gihişt vê rastiyê; eger jiyan hebe wê ji bo nirxên civakê bi rûmet û azad werin jiyîn, ji bo vê jî bêyî teredûd eger pêwîst be wê jiyana xwe di ber lêgerîna heqîqatê de feda bikin.
Her wiha heval Rustem her tim digot 'Şoreş ne bi tenê şer û hilgirtina çekê ye, şoreşa rast fêhmkirina jiyanê ye. Lê ji bo parastina jiyanê û nirxên mirovahiyê em amede ne di şerê herî giran de jî bi serbikevin.' Li ser vî esasî heval Rustem di nava şoreşê de her tim bi zanistî û fedakartiyekî mezin tevgeriya. Di şerên Kobanê, Hesekê, Çiyaye Kezwanan de cihê xwe girt. Li ser şopa Bagok, Kemal, Dilsoz, Gabar, Rojwan, Aryêl, Îvana û hemû şehîdên şoreşê meşiya. Bi qehremantî şer kir. Di pêngava Xezeba Xabûr de li bajorekê Şeddadê tevlî kerwanên cangoriyên mirovahiyê bû.
Em wekî hêzên YPG û YPJ di serî de ji bo malbata şehîd Rustem û hemû malbatên şehîdan re sersaxî dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku armanca şehîd Rustem û hemû şehîdên şoreşê pêk bînin û heya dilopa xwîna xwe ya dawî tebikoşîn.”
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Rustem Cudî
Nav û paşnav: Gunter Helsten
Navê dayikê: Melta
Navê bav: Juhannes
Cihê jidayikbûnê: Almanya 8’ê Mijdara 1980’an
Cih û dîroka şehadetê: Şedadê 23’yê sibata 2016’an.