Li Dêrikê teqîneke dijwar rû da
Li Dêrikê ku di emelî de derketina derve lê qedexe ye, teqîneke dijwar rû da.
Li Dêrikê ku di emelî de derketina derve lê qedexe ye, teqîneke dijwar rû da.
Di roja 6. a terora dewleta Tirk a li Dêrikê de, li taxa Kale ya ku bend û xendek lê hene, danê nîvro teqîneke dijwar rû da. Sedema teqînê nehat hînbûn.
Li aliyê din, ketina navçeyê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li bendên kontrolê tê astengkirin. Lê di derketina ji navçeyê de ti pirsgirêkan dernaxînin. Li navçeya ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, dikan hînê girtî ne. Mirov nikarin derkevin derve.