KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Colêmergê 30 binçavkirin, Mûşê jî girtin
Operasyonên qirkirina siyasî ya AKP’ê didomin. Li Colemêrgê 3 jê zarok 30 kes hatin binçavkirin, li Mûşê jî kesek hat girtin. -
Şîmşek ê li Cizîrê hat qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Cenazeyê Murat Şîmşek (16) ê li Cizîrê di jêrzemîna hovîtiyê da hate qetilkirin li ser wasiyeta wî bi starana "Egîdê me rakin" ve li Nisêbînê hate oxirkirin. -
Qadên gerîla ji hewayî û bejahî hatin bombekirin
Artêşa Tirk bombekirina bejahî û hewayî ya li ser qadên gerîla didomîne. -
Fermandariya Giştî ya QSD’ê: Em ê li gorî agirbestê tevbigerin
Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê li gorî hevpeymana agirbestê ya di navbera DYA û Rûsyayê de ya li Sûriyeyê tev bigerin. -
Dema çalakiyên li Strasboûrgê hat dirêjkirin
Komîteya Amadekar a çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê biryar da dema çalakiyê dirêj bikin. Rojnamevan Dîcle di axaftina xwe ya li panela vê derê de got, "Eger Kurd bi biryardarî vê têkoşîna xwe bidomînin, wê bi ser bikevin." -
YPS: 6 çeteyên qesrê hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, di şerê dawî de 6 çeteyên qesrê hatine kuştin. YPS'ê bang li ciwanên welatparêz, demokrat û şoreşger kir, ji bo li nava refên berxwedanê cih bigirin. -
Cenazeyê Bozderî li Amedê hat veşartin
Welatiyê bi navê M. Sadik Bozderî yê ku li Hezexê di êrîşên tevkujiyê de hate qetil kirin, li Amedê hate oxirkirin. -
Nasnameyên 3 gerîlayan hatin eşkerekirin
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên di topbarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
Li Colemêrgê polîsan êrîşî merasîma cenaze kirin, gel paş ve gav neavêt
Cenazeyê Erdal Şahîn ku yek ji kesên li jêrzemîna wehşetê ya Cizîrê hat qetilkirin e anîn Colemêrgê. Polîsên Tirk êrîşî merasîma cenaze kirin û gelek kes binçav kirin. Gel, tevî êrîşê jî cenazeyê Şahîn bi merasîmekê veşart. -
Hevserokê DBP'ê yê Wanê Okkeş Kawa hat binçavkirin
Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Wanê Okkeş Kawa, ji ber ku sersaxî ji malbata endamê TAK'ê Abdulbakî Sonmez xwest, hat binçavkirin. -
KCD, DBP, HDP û KJA ji bo Sûrê bang li gel kirin
KCD, DBP, HDP û KJA li dijî êrîş û dorpêçiya li ser Sûrê li hev civiyan. Hevserokê KCD'ê Dîcle diyar kir, ew ê roja Şemiyê saet di 13:00 de bi tevlîbûna hemû hevserokan li Koşûyolû daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. -
Polîsên Tirk êrîşî mirovên vedigerin Cizîr dikin
Welatiyên ji ber êrîş û terora dewleta Tirk ji neçarî ji Cizîrê koç kirin, li malên xwe vedigerin û dest bi paqijkirina malên xwe yên hilweşiyayî kirin. Lê belê polîsên Tirk bi bombeyên gazê êrîşî van mirovan kirin. -
Li ser taxên berxwedanê tevgera hewayî ya keşfê
Li Nisêbînê, ji maşînên zirxî gule li taxa Abdulkadîrpaşa tê reşandin. Her wiha amûrên hewayî yên kêşfê yên bê mirov li ser taxan digerin û keşfê dikin. -
Li Şirnexê 3 cenaze bi korsanî hatin veşartin
3 cenazeyên li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji bo tespîtkirina nasnameyan dihatin ragirtin, duh bi şev bi fermana Walîtiya Tirk a li Şirnexê, li gundê Ozveren ê bajarokê Gundikê Melê hatin veşartin. -
Nasnameya ciwanekî li Hezexê hat qetilkirin eşkere bû
Kesekî berî 3 rojan li Hezexê hat qetilkirin û cenazeyê wî li nexweşxaneye ye, derket holê ku Vedat Gurbuz ê ji Hezexê ye. -
Li Hezexê şerekî dijwar diqewime
Li Hezexê, êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî gelê Kurd di roja 10. de ne. Ji duh ve li taxa Tûrgût Ozal şerekî dijwar diqewime. -
'Kurê min di rêyeke bi şeref de meşiya'
Malbata şervanê YPS'ê Mehmet Saltan ê li Şirnexê di şerê 5'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da: Wî ji xwe re rêyeke bi şeref hilbijartin. -
Cenazeyê endama YPS'ê Ayhan hat veşartin
Cenazeyê endama Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) Emel Ayhan a li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê de hat qetilkirin, li gundê Hêşet ê Berwariyê hate veşartin -
Li Efrînê cenazeyên 8 şervanan hatin veşartin
Cenazeyên 8 şervanên di êrîşên çeteyan û dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan, li Efrînê hatin veşartin. -
5 cenaze wê ji Mêrdînê bên wergirtin
ji 15 cenazeyên ji Cizîrê rakirine Mêrdînê, 5 cenazeyên nasnameyên wan hatine tespîtkirin, wê teslîmî malbatan bên kirin. -
'Xendek ne ji bo destnîşankirina sînorê Kurdistanê, ji bo parastinê hatin kolandin'
Fermandarê hêzên pêşmergeyan ên li Kerkûkê Cafer diyar kir, îdîayên dibêjin 'sînorê Kurdistanê hatiye destnîşankirin' ne rast in û got, "Xendek ji bo parastina hemû gelên Kerkûkê ji gefa DAIŞ'ê hatine kolandin." -
Bayik: Kurd ne milkê te ye
"Heta Tirkiye demokratîk nebe, heta xwerêveberî û xweseriya demokratîk a gelê kurd nas neke ev gel jî wê desthilatdarî û dewletê nas neke. Mafê gelê kurd ê vê yekê heye." -
6 cenaze wê ji Xabûrê bên girtin
Ji cenazeyên mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin, 6 cenazeyên nasnameyên wan hatin tespîtkirin wê ji aliyê xizmên wan ve bên girtin. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Şahmîran hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Dilovan Şahmîran (Azad Serêkaniyê) yê di pêngava azadkirina Şedadê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Nasnameyên 9 kesên ji mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin diyar bûn
Ji 20 cenazeyên ji Cizîrê anîn Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê, di encama testa DNA de nasnameyên 9 ji wan tespît bûn.