Li Efrînê cenazeyên 8 şervanan hatin veşartin
Cenazeyên 8 şervanên di êrîşên çeteyan û dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan, li Efrînê hatin veşartin.
Cenazeyên 8 şervanên di êrîşên çeteyan û dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan, li Efrînê hatin veşartin.
8 şervanên pêşengî ji parastina Şoreşa Rojava re kirin û tevlî karwanê nemiran bûn, li Şehîdgeha Şehîd Seydo ya navçeya Efrîn Cindirêse û li Şehîdgeha Şehîd Refîq a li navçeya Şera hatin veşartin.
Bi armanca oxirkirina cenazeyên 6 şervanên YPG’ê “Kanî Mihemed (Serhed), Şêxmûs Mustefa (Tolhildan Zagros), Menan Mustefa (Xebat Dêrik), Mahir Kino (Mahir), Cemîl Birîmo (Cemîl) û Delîl Hisên (Egîd)” ku di 20 û 21’ê Sibatê de li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê jiyana xwe ji dest dan, endamekî Hêza Erka Xweparastinê Reşîd Mihemed ku li bajarokê Erfêd di encama topbarana dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû û endamekî Hêzên Asayîşê yê li taxa Şêxmeqsûd Mihemed Xelîl ku di encama topbarana çeteyan de di 22’ê Sibatê de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jiyana xwe ji dest dabû, Saziya Malbatên Şehîdan li navçeya Mabeta merasîmeke girseyî lidar xist.
Bi hezaran welatiyên kantona Efrînê ji bo beşdarî merasîmê bibin, li pêşiya nexweşxaneya Avrîn kom bûn û piştî cenaze wergirtin bi karwaneke ji wesayîtan ber bi navçeya Mabeta ve ketin rê. Girseya gel al, sembol û wêneyên têkoşeran bilind kirin û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re diqîriyan.
Piştî ku karwanê pakrewanan gihîşte qada merasîmê ya li navçeya Mabeta, li vir merasîmek hate lidar xistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji aliyê şervanên Hêza Erka Xweparastinê ve hate dest pê kirin.
Di merasîmê de Serokê Desteya Parastinê Ebdo Îbrahîm, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Xelîl Hisên, Rêveberê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rojhilat Xelîl, Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Sîdar Efrîn û li ser navê malbatên her 8 têkoşeran axaftin hatin kirin.
Qisekeran bal kişandin ser rola têkoşeran di avakirina aştî û azadiya gelan de û diyar kirin ku bi saya fedekariya wan li dijî hemû êrîşên komên çete û hêzên tarî biratiya gelan û azadî hatiye parastin.
Piştre belgeyên şehadeta têkoşeran ji aliyê Endama Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk Dicle Hisên ve hatin xwendin û radestî malbata têkoşeran hatin kirin.
Di dawiyê de cenazeyên têkoşerên “Cemîl, Reşîd, Xebat, Tolhildan û Mahir” ber bi goristana Ş. Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ve, her wiha cenazeyên têkoşerên “Mihemed Xelîl, Egîd û Serhed” ber bi goristana Ş. Seydo ya li navçeya Cindirêsê ve birin.
Li van goristanan cenaze bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê hatin veşartin.