Welatiyên ji ber êrîş û terora dewleta Tirk ji neçarî ji Cizîrê koç kirin, li malên xwe vedigerin û dest bi paqijkirina malên xwe yên hilweşiyayî kirin. Welatiyên li taxa Nûrê dijîn, ji bo xaniyên xwe yên hatine hilweşandin bikin ku karibin lê bimînin, alavên xwe didin hev. Lê belê polîsên Tirk vê yekê jî xwe ranegirtin û êrîşî gel kirin.
Tevî êrîşa polîsên Tirk a bi bombeyên gazê, gel ji bo mayîna li taxa xwe li ber xwe da. Welatiyên vegeriyan, ji ber ku elektrîk û av lê taxê nînin, avê ji bîrê derdixînin û pê xaniyên xwe paqij dikin. Li pêşiya navçeyê jî polîsên Tirk li vegera mirovan dibin asteng. Hin ji welatî ji ber vê astengiyê ji rêya nexweşxaneyê xwe gihand nava navçeyê.
Cenazeyê Welat Zal ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hat teşxîskirin, ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û ji bo veşartinê birin Bedlîsê.
Polîsên Tirk her wiha nahêlin du marketên li bajêr bên vekirin.
Di vê kêliyê de jî polîsên Tirk bombeyên gazê diavêjin nava kolanan.