BI DÎMEN

Nasnameyên 3 gerîlayan hatin eşkerekirin

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên di topbarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameyên 3 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan eşkere kir. Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Dewleta TC a ji destpêka sala 2016'an û vir ve êrîşên xwe yên dagirkeriyê li Kurdistanê her dişidîne, bomberdûmana bi hawan, obus û topan a li hemberî qadên me yên gerîla didomîne. Di encama bomberdûmanê de 3 gerîlayên me yên di navbera 15'ê Çileyê-15'ê Sibatê de li ser wezîfeya xwe bûn, bi giranî birîndar bûn. Her wê gerîlayên me tevî hemû hewldanan nehatin rizgarkirin, şehîd ketin."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: "Hevalên me Çiya Zîlan, Huseyîn Mahîr û Hogir Serhat ên di sala 2014'an de bi ruhê seferberiyê tevlî refên têkoşînê bûn, bi biryardariyeke mezin dest bi têkoşînê kirin.

Li çiyayên Kurdistanê bûyîna gerîla tê wateya; xwegihandina rûmeteke mezin, di pîvanên milîtanî yên Apoyî de bi destxistina sekneke fedekarî û bi ruhê fedaî re amadebûna li her qada têkoşînê ye. Hevrêyên me Huseyîn, Çiya û Hogir bi perwerdeya wergirtin, bi kûrbûna xwe û pêşketina di xeta gerîlatiya profesyonel de, li qada pratîkê bi wezîfeya xwe radibûn. Bi sekna bi biryar û rêbaza têkoşînê re, em ê di xeta xwe ya têkoşînê ya dema nû de bi ser bikevin. Ev soza me ji bo wan e."

NASNAMEYÊN HER SÊ GERÎLAYAN

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her sê gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, bi vî rengî ne:

Nasnav: Çiya Zîlan
Nav paşnav: Salih Ergîn
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Bîrgul-Abdurrahman
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Çileyê-15'ê Sibata 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Hogir Serhat
Nav paşnav: Erol Kûnûr
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Navê dê û bav: Sehernaz - Maşallah
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Çileyê-15'ê Sibata 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Huseyîn Mahîr
Nav paşnav: Agit Kanşiray
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Navê dê û bav: Hanim - Nejdet
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Çileyê-15'ê Sibata 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

...