Li Hezexê şerekî dijwar diqewime

Li Hezexê, êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî gelê Kurd di roja 10. de ne. Ji duh ve li taxa Tûrgût Ozal şerekî dijwar diqewime.

Di roja 10. de hêzên dewleta Tirk êrîşên xwe yên li hemberî gelê Hezexê dişidîne. Maşînên zirxî yên duh danê nîvro li dora Mîroglû Petrol a li ser rêya Mîdyatê bi cih bûne, gule li taxa Tûrgût Ozal reşandin.

Ji hingî ve êrîşên neqediyan. Hêzên dewletê hewl dan ji vê derê xwe berdin nava taxê.

Hêzên YPS û YPS Jin bi berxwedaneke bi bandor bersiv dan van êrîşên çekdarên dewleta Tirk. Li vê derê şerekî dijwar destpêkirin.

Li aliyê din, balkêş e ku tankek li ber Navenda Çandê ya Hezexê ya Şaredariyê bi cih bûye, bi saetan top li erdekî vala barand.