Cenazeyê endama YPS'ê Ayhan hat veşartin

Cenazeyê endama Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) Emel Ayhan a li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê de hat qetilkirin, li gundê Hêşet ê Berwariyê hate veşartin

Cenazeyê endama Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) Emel Ayhan a li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê de hat qetilkirin, li gundê Hêşet ê Berwariyê hate veşartin.

Endama YPS'ê Emel Ayhan a ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemînên wehşetê de hat qetilkirin, li Sêrtê hate defin kirin. Ayhan li gundê Hêşet ê navçeya Berwariyê piştî wecîbeyên olî hate kirin bi darbesta ku bi rengên kesk, sor û zer hatibû xemilandin li ser milan anîn goristana gund û hate definkirin.

Piştî merasîma cenazeyê welatî derbasî konê şînê bûn.