Cenazeyê şervanê YPG'ê Şahmîran hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Dilovan Şahmîran (Azad Serêkaniyê) yê di pêngava azadkirina Şedadê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Bi armanca oxirkirina cenazeyê şervanê YPG’ê Dilovan Şahmîran (Azad Serêkaniyê) ku di pêngava 'Xezeba Xabûr' de di berxwedana Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî çeteyên DAIŞ’ê li herêma bajarokê Şedadê jiyana xwe ji dest dabûn, bi hezaran welatiyên herêma Dirbêsiyê û bajarokê Zirêganê li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê kom bûn. Welatiyên ku al û sembolên kurdan bilind kiribûn cenazeyê têkoşer wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Ş. Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê ketin rê.

Li goristana şervanên YPG’ê cenazeyê têkoşer li ser milê xwe kirin û ber bi qada merasîmê ve birin. Bi deqeyeke rêzgirtinê merasîmeke leşkerî hat lidarxistin.

Piştre Endama Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê Semer Hamid axivî û diyar kir ku bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê şoreşa Rojava bi ser ketiye û hemû êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatine şikandin û soz da ku heta tevahî herêmê ji çeteyan tê paqijkirin ew ê têkoşîna xwe li ser xeta têkoşeran berdewam bikin.

Di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Cizîrê Edalet Umer diyar kir ku berxwedana şervanên QSD’ê hişt ku hemû pêkhateyên herêmê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar bibin û ji bo welatiyên herêmê Şedadê ji hovîtiya çeteyan werin rizgarkirin, gelek şervanan canê xwe fedayî gelê xwe kirine.

Umer di axaftina xwe de bal kişand ser hovîtiya dewleta Tirk li dijî kantona Efrînê û herêma Şehba û bi tundî şermezar kir û bang li hêzên navnetewî kir ku rêya alîkariya dewleta Tirk bi çeteyan re bigirin.

Piştre belgeya şehadeta têkoşer Dilovan Şamîran hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Malbatê jî ji aliyê xwe ve soz dan ku wê li ser xeta zarokên xwe têbikoşin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê têkoşer li gel tilîliyên dayikan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.