Fermandariya Giştî ya QSD’ê: Em ê li gorî agirbestê tevbigerin

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê li gorî hevpeymana agirbestê ya di navbera DYA û Rûsyayê de ya li Sûriyeyê tev bigerin.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê li gorî hevpeymana agirbestê ya di navbera DYE û Rûsyayê de ya li Sûriyeyê tev bigerin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk der barê agirbesta wê li Sûriyeyê were ragîhandin daxuyaniyek da raya giştî.

Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hat gotin:

“Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk me daxuyaniya agirbestê ya hevbeş ku di 22’yê Sibata 2016’an de ji aliyê Amerîka (DYA) û Rûsyayê ve hatiye dayîn lêkolîn kiriye.

Me ev pêşniyar wekî gaveke erênî ya ber bi çareseriya siyasî û aştiyane ya ji bo aloziya Sûriyeyê dît. Me Amerîka jî bi vê biryara xwe agahdar kir. Eger ev hevpeyman pêk were, hêzên me wê li gorî agirbestê tev bigerin. Eger êrîşek li dijî hêzên me pêk were, wê parastina xwe bikin.

Di heman demê de em dibêjin ku em ê li gorî biryara 2254’an ku ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Navnetewî ve hatiye derxistin, tev bigerin. Ji bo ev proje biser bikeve em ê hewldanên xwe bikin da ku çareseriyeke siyasî were dîtin û Sûriyeke yekbûyî bi tevahiya erdnîgariya xwe û demokratîk ku tê de aştî hebe, were avakirin.

Em baş bawer dikin ku ev agirbest wê zemîneke veguhezîna siyasî ya aştiyane ji bo welatê me yê delal Sûriyeyê ava bike. Li vê bingehê em bang li hemû hêzên çekdar dikin ku ew jî tevlî agirbestê bibin."