Cenazeyê Bozderî li Amedê hat veşartin

Welatiyê bi navê M. Sadik Bozderî yê ku li Hezexê di êrîşên tevkujiyê de hate qetil kirin, li Amedê hate oxirkirin.

Welatiyê bi navê M. Sadik Bozderî yê ku li Hezexê di êrîşên tevkujiyê de hate qetil kirin, li Amedê hate oxirkirin. Birayê Bozderî Osman Bozdêrî di merasîmê de bi van gotinan hêrsa xwe anî ziman: "Çeteyên Qesrê têrî xwînê nabin lê wê gelê Kurd li hemberî Qesrê û çeteyên wê ti carî çok daneyne."

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, welatiyê bi navê M.Sadik Bozderî di êrîşên tevkujiyê de hatibû qetilkirin. Cenazeyê Bozderî duh di saetên êvarê de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hate wergirtin û anîn morga Goristan Yenîkoyê. Cenazeyê Bozderî di saetên sibê de ji vê derê hate wergirtin û anîn Mizgefta Yenîkoyê. Piştî wecîbeyên olî, bi sedan kes darbesta Bozderî ya bi ala PKK'ê hate pêçandin da ser milên xwe û ber bi goristanê ve bi dirûşmên "Bijî berxwedana Hezexê" û "Bijî berxwedana Sûrê" meşiyan. 

Di merasîma cenazeyê de endamên malbatê bi biryareke hevpar, negiriyan û di dema definkirinê de xwîşka Bozderî ber bi gor ve hat û bi gotinên "Xwe bidin alî, ezê mala şêran bibînim" hest û hêrsa xwe anî ziman. Piştî definkirina cenazeyê, birayê Bozderî Osman Bozderî axivî û got ku li Kurdistanê wehşet didome. 

Bozderî hêrsa xwe ya li hemberî hikumeta AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan jî bi van gotinan anî ziman: "Çeteyên Qesrê ji xwînê têr nabin. Wê gelê Kurd tu caran li ber Qesrê û çeteyên wê çok daneyne."

Piştî merasîma cenazeyê, girse çû Mala Şînê ya Temiran.