Li Colêmergê 30 binçavkirin, Mûşê jî girtin

Operasyonên qirkirina siyasî ya AKP’ê didomin. Li Colemêrgê 3 jê zarok 30 kes hatin binçavkirin, li Mûşê jî kesek hat girtin.

Li Colemêrgê polîsên ku êrîşî merasîma cenazeyê Erdal Şahîn ê li Cizîrê hate qetilkirin kirin 3 jê zarok 30 kes hatin binçavkirin. Li Colemêrgê polîsan êrîşî merasîma cenazeyê Erdal Şahîn ê li Cizîrê hate qetilkirin kirin. Di encame êrîşa polîsan de 3 jê zarok 30 kes hatin binçavkirin. 30 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê. 

MÛŞ

Hemwelatiyê bi navê Aydin Keskîn ê duh li navenda sûka navçeya Kopê ya Mûşê hat binçavkirin, piştî karên li Midûriyeta Polîsan a Kopê sewqî Dadgeha Mûşê hat kirin. Keskîn piştî îfadegirtina li dozgeriyê, ji aliyê heyeta dadgehê ve bi tawanbarkirina "Endamê rêxistinê ye" hat girtin û wî şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.