KCD, DBP, HDP û KJA ji bo Sûrê bang li gel kirin

KCD, DBP, HDP û KJA li dijî êrîş û dorpêçiya li ser Sûrê li hev civiyan. Hevserokê KCD'ê Dîcle diyar kir, ew ê roja Şemiyê saet di 13:00 de bi tevlîbûna hemû hevserokan li Koşûyolû daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle, Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek, Endama Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) Sara Aktaş, Hevserokê Partiya Demokrartîk a Gelan (HDP) Şaxê Amedê Omer Onen, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, ji bo Sûrê civîneke çapemeniyê ya hevpar lidar xistin.

'SALVEGERA MUTABAQATA DOLMABAHÇEYÊ'

Dîcle di civîna li avahiya KCD'ê de daxuyaniyên girîng da û got, "Em di pêvajoyeke zhemet û dîrokî re derbas dibin. Salvgera Mutabaqata Dolmabahçeyê ya 28'ê Sibatê ye. Girîng e bal bê kişandin ser wê."

Dîcle bibîr xist ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi gotina 'Ji Mutabaqata Dolmabahçeyê agahiya min nîne', 'Pirsgirêka Kurd nîne' re mase qelibandiye û got, "Berpirsyarê vî şerî Erdogan, derdora Qesrê û AKP ye." Dîcle anî ziman ku di Cotmeha 2014'an de jî hin ciwanan li Cizîrê xendek kolandin û got, "Hingî ez hatibûm wezîfedarkirin. Di encama hin hevdîtinan de wê operasyonên li hemberî ciwanên Cizîrê bihatina sekinandin û xendek jî bihatina girtin. Dema hevdîtin dihatin kirin, pirsgirêk çareser dibûn. Di Nîsanê de piştî ku Erdogan mase qeliband, şer roj bi roj hat dijwarkirinbû."

'ŞEREKÎ EWÇEND BÊ EXLAQ, LI DIJÎ HIQÛQÊ NEHATIYE MEŞANDIN'

Dîcle diyar kir, eger şer li ser gelê Kurd nehata ferzirin, wê pirsgirêka xendekan a îro qala wê tê kirin rû nedabûya û ev nirxandin kir: "Nuqteya em lê ne, rewşa felaketê ye. Em xerîbê vî şerî nînin. Gelê me ev 30 sal lin di nava vî şerî de ye. Lê bi vî rengî bê exlaq, bi vî rengî li dijî hiqûqê şer ti carî nehatiye meşandin. Bi hêrsa tolhildanê tê meşandin. Li Cizîrê hiqûqa şer ji holê hatiye rakirin. Li gorî Peymana Cenevreyê, Tirkiye sûcê şer dike. Nabe ku xizmetkarên tenduristiyê werin kuştin, nabe ku ti carî rojnamevan hedef bê girtin. Lê ev hat kirin. Nûçegihanê ÎMC birîndar kirin. Sivîl qetil kirin. Ev jî têrê nekir, rabûn şewitandin. Madimakeke nû derxistin holê. Kerbelayên dema îro afirandin. Pîvanên şer hene, lê ew li gorî van pîvanan tevnagerin. Ji bo rakirina birîndaran navber tê dayîn, ji bo rakirina cenazeyan her du alî navberê didin. Lê ev qet nehat kirin. Bêyî li ber xwe bikevin, beyî fedî bikin tweetan diweşînin. Yên dimirin dimirin, lê yên dimînin mirovahiya wan dimirin. Her tişt dikare bê cebirandin, lê ev ti carî ji dilê mirovan naçin. Pirên jiyana bi hev re ji holê hatin rakirin."

BANGA LI GEL: TI CARÎ BÊDENG NEMÎNIN

Dîcle destnîşan kir, ku rewabûna dewletê êdî nemaye û wiha dewam kir: "Di şer de ewilî rastî tên kuştin. Dema mirov li medya hawiz binêrin, mirov dibînin bê rastiyên li Sûrê çawa tên berevajîkirin. Em niha hemû bi felaketeke civakî re rû bi rû ne. Li Sûrê nêzî 90 roj in qedexe heye. Dema li dîmenê Sûrê were temaşekirin, wê bê dîtin ku dîrok bi temamî hatiye tinekirin. Hewl didin wijdanê gelê Amedê yê bi hezaran salan li hemberî zaliman bêdeng nemaye, bikujin. Eger wehşetek mîna ya Cizîrê bê kirin, divê were zanîn, ku mirovahiya me hemûyan wê bimire. Banga me li gelê me ye. Bila nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide."

DI 27'Ê SIBATÊ DE WÊ DAXUYANÎ JI ÇAPEMENIYÊ RE WERE DAYÎN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin wê di 27'ê Sibatê de li Koşûyolû daxuyaniyek bê çapemeniyê, hemû hevserok wê lê amade bin û bang li gel hat kirin ku tevlî daxuyaniya saet di 13'an de bibe.