'Kurê min di rêyeke bi şeref de meşiya'
Malbata şervanê YPS'ê Mehmet Saltan ê li Şirnexê di şerê 5'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da: Wî ji xwe re rêyeke bi şeref hilbijartin.
Malbata şervanê YPS'ê Mehmet Saltan ê li Şirnexê di şerê 5'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da: Wî ji xwe re rêyeke bi şeref hilbijartin.
Şervanê YPS'ê Mehmet Saltan ê di 5'ê Sibatê de li taxa Bahçelîevler a navena Şirnexê di dema çalakiya li hemberî Navenda Polîsan de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbata xwe ve hat vegotin. Saltan ê di sala 1993'an de li Şirnexê ji dayik bû, tevî ku 23 salî jî bû, li dû xwe çîrokek reva ji sîstemê û berxwedaneke bi heybet hişt. Saltan ê ku ji leşkeriya bi zorê çûbû reviya û vegeriya xaka xwe, hat girtin û demekê li zîndanê ma. Li zîndanê jî, dema ew dibirin nexweşxaneyê reviya û bi vî rengî dildariya xwe ya azadiyê nîşan da. Saltan timî qala çiyayên azad dikir û berê wî her li gerîla bû.
Bavê Saltan Îbrahîm Saltan diyar kir, ku Mehmet hînê di emrê biçûk de tevlî karê partiyê bû û anî ziman, ku timî dixwest biçe çiyê. Saltan got, "Her tim tevlî karê partiyê dibû. Ji ber vê yekê carekê hat binçavkirin. Wextekê li girtîgehê hat ragirtin û piştî derket, karê xwe dîsa dewam kir. Timî diçû aliyê Besta û dihat. Daxwaza wî ya tevlîbûna li nava refên gerîla roj bi roj zêde dibû."
Saltan da xuyakirin, ku di nava vê demê de qaxiza leşkeriya wî hat malê û ji neçarî çû leşkeriyê û got, "Çû, lê bêdil bû. Piştî ku wextekê ma li min geriya û got ku ew nikare li leşkeriyê bimîne, ew ê bireve. Ji xwe piştî vê axaftinê ji leşkeriyê reviya û hat Şirnexê. Ji ber ku reviya, wextekê ew avêtin zîndanê. Dema mayî ya leşkeriyê li wir dan temamkirin."
Bav Saltan diyar kir, ku li aliyê Besta erdê wan hene, Mehmet jî di dema avdana erdan de hat binçavkirin û got, "Ew birin girtîgeha Şirnexê. 6 mehan di girtîgehê de ma. Dema em çûn hevdîtina wî, got ku ew ê ji girtîgehê bireve. Rojekê dema ew dibirin leşkeriyê, reviya. Hat ji min re got ku ew ê tevlî nava hêzên YPS'ê bibe. Ji ber vê daxwaza wî em gelekî kêfxweş bûn. Jİ ber ku wî rêyeke bi şeref ji xwe re hilbijart."
Saltan anî ziman ku car carna ew diçû dîtina kurê xwe, dema ew di nava YPS'ê de didît gelekî kêfxweş dibû û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di demeke kurt de xwe gelekî bi pêş xistibû. Ji aliyê hevalên xwe ve gelekî dihat hezkirin. Dema çûm dîtina wî digot, 'Rêya herî bi şeref û rast tevlîbûna li nava YPS'ê û parastina xaka xwe ye. Ji bo min cihê serbilindiyê ye. Koçer piştî demeke kurt şehîd het, lê bi serketineke mezin ew gihaşt asta şehadetê. Koçer ne kurê min e, kurê gelê Kurdistanê ye. Şehîdê gelê Kurd e. Bila serê tevahiya gelê me sax be."
Dayikê Gulê Saltan bi gotina "Min bi zehmetiyeke mezin Koçer mezin kir" dest bi axaftina xwe kir û qala kurê xwe Mehmet kir. Dayikê Saltan anî ziman ku kurê wê Mehmet ji zarokatiyê ve dihat hezkirin û ew pê serbilind e. Dayika Gulê qala rûkeniya Mehmet dike û destnîşan dike, ku ji ber xaka xwe parastiye ew pê serbilind e.
Dayika Gulê got, "Eşqa gerîla ya di dilê Koçer de bi tevlîbûna nava YPS'ê bi cih hat. Piştî tevlîbûnê min 2 caran ew dît. Her tim bi rûkenî ez pêşwazî dikir. Bi ti awayî bi neyînî li bûyeran temaşe nedikir. Ji bo dayikekê cihê serbilindiyê ye, ku kurê mirovan xaka mirovan biparêze."
Dayikê diyar kir, ku du roj beriya şehadetê wî kurê xwe dîtiye û got, "Kurê min hat malê. Me bi hev re çay vexwarin. Em bi hev re bûn, dikeniyan. Wêneyê min û neviyê min kişand. Min nedizanîbû ev ê bibe dîtina dawî ya kurê min. Bêguman weke dayikekê dilê mirovan diêşe. Lê belê têkoşîna kurê min cihê serbilindiyê ye." dayikê ji tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.