Li Colemêrgê polîsan êrîşî merasîma cenaze kirin, gel paş ve gav neavêt

Cenazeyê Erdal Şahîn ku yek ji kesên li jêrzemîna wehşetê ya Cizîrê hat qetilkirin e anîn Colemêrgê. Polîsên Tirk êrîşî merasîma cenaze kirin û gelek kes binçav kirin. Gel, tevî êrîşê jî cenazeyê Şahîn bi merasîmekê veşart.

Cenazeyê Erdal Şahîn ku yek ji kesên li jêrzemîna wehşetê ya Cizîrê hat qetilkirin e anîn Colemêrgê. Polîsên Tirk êrîşî merasîma cenaze kirin û gelek kes binçav kirin. Gel, tevî êrîşê jî cenazeyê Şahîn bi merasîmekê veşart. Di axaftinên li merasîmê de hat destnîşankirin, ku gelê Kurd wê teslîm neyê girtin.

Cenazeyê Erdal Şahîn ê duh bi şev anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê, danê vê sibehê ji aliyê girseya gel ve hat wergirtin û bi konvoyeke ji sedan wesayîtan birin Goristana Serê Sola ya li navenda bajêr.

Di merasîma cenaze de tevî girseyeke qelebalix Hevseroka KCD'ê Selma Irmak û Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan amade bûn. Girseya gel ber bi goristanê ve dest bi meşê kir, lê belê polîsên Tirk bi fîşekên plastîk, bombeyên gazê û ava şid êrîş kirin. Di dema êrîşê de gelek kes hatin binçavkirin û gelek kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.

GIRSEYA GEL PAŞ VE GAV NEAVÊT

Tevî vê êrîşê jî girseya gel darbesta Şahîn a bi rengên kesk, sor û zer xemilandî hilgirt ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" bir heta goristanê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê, cenazeyê Şahîn li ber tilîlî û dirûşmeyan hat veşartin.

KOÇ: WÊ NIKARIBIN ME TESLÎM BIGIRIN

Hevserokê MEYA-DER'ê Bedirxan Koç li merasîmê axivî û destnîşan kir ku bi zext û êrîşan re wê kes nikaribe vîna gelê Kurd teslîm bigire.

Malbata Şahîn piştî merasîma cenaze, li konê sersaxiyê yê li taxa Karşiyakayê serdanên sersaxiyê qebûl kir.