5 cenaze wê ji Mêrdînê bên wergirtin

ji 15 cenazeyên ji Cizîrê rakirine Mêrdînê, 5 cenazeyên nasnameyên wan hatine tespîtkirin, wê teslîmî malbatan bên kirin.

Cenazeyên kesên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemînên wehşetê de hatin qetilkirin hin ji wan şandibûn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Li nexweşxaneyê piştî lêkolînên DNA'yê 5 cenaze hatin teşxîskirin. Cenazeyên hatin teşxîskirin ên Cîhan Karaman, Ridvan Ekîncî, Mehmet Yavûzel, Kenan Adiguzel û Beşenk Kolanç in. Wê cenaze piştî karên fermî ji aliyê malbatên wan ve bên wergirtin û ber bi bajarên wan ve bên şandin.

Cenazeyê kesên li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de hatin qetilkirin, 17 jê şandibûn Mêrdînê. Ji vana heta niha nasnameyên 10 kesan hatiye tespît kirin û hîn 7 cenaze bo tespîtkirinê li morgê têne rawestandin.