Nasnameyên 9 kesên ji mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin diyar bûn
Ji 20 cenazeyên ji Cizîrê anîn Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê, di encama testa DNA de nasnameyên 9 ji wan tespît bûn.
Ji 20 cenazeyên ji Cizîrê anîn Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê, di encama testa DNA de nasnameyên 9 ji wan tespît bûn.
Ji mirovên li jêrzemînên wehşetê yên Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve bi hovane hatin qetilkirin, nasnameyên 9 kesên din diyar bûn. Ji 20 cenazeyên li morga Goristana Yeşîlkent a Dîlokê ne, di encama desta DNA de nasnameyên 9 ji wan tespît bûn.
Cenaze yên Dêrsim Aksoy, Îslam Balikesîr, Omer Baran, Nûsreddîn Bayar, Mûstafa Gasyak, Alî Firat Kalkan, Kasim Yana, Berjîn Demîrkaya û Sakîne Sîray in.
Ji bo wergirtina cenazeyan malbat tên Dîlokê.