Li Şirnexê 3 cenaze bi korsanî hatin veşartin

3 cenazeyên li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji bo tespîtkirina nasnameyan dihatin ragirtin, duh bi şev bi fermana Walîtiya Tirk a li Şirnexê, li gundê Ozveren ê bajarokê Gundikê Melê hatin veşartin.

Ji cenazeyên mirovên li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve bi xwînxwarî hatin qetilkirin, cenazeyên 3 ji wan piştî otopsiyê li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihat ragirtin, lê bi fermana Waliyê Tirk ê li Şirnexê duh bi şev ji aliyê hêzên dewletê ve hatin revandin û li gundê Ozveren ê bajarokê Gundikê Melê hat veşartin.

Ji 13 cenazeyên ji bo otopsiyê anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê 3 beriya niha li bajarokê Dêrgulê û 5 jî li gundê Îkîzce hatibûn veşartin.

Cenazeyê Mehmet Yilmaz jî ji aliyê malbatê ve hatibû teşxîskirin û li navçeya Riha Wêranşarê hatibû veşartin.

Îro jî malbata Cîhat Altûn hat Şirnexê û ji nava 3 cenazeyên li gundikê Melê hatin veşartin cenazeyê kurê xwe girt û bir navçeya Mêrdîn Stewrê.

Li aliyê din, hat ragihandin ku cenazeyek ji Şirnexê hatiye revandin û birine Xabûrê.

Piştî ku 3 cenazeyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê bi fermana Waliyê Tirk li gundê Ozveren hat veşartin, cenaze li morga nexweşxaneyê nema.